Li Îranê teqîn: 5 kesan mirin 2023-03-12 11:40:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Tewrêz ê Îranê teqînek çêbû û di encama teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li bajarê Tewrêzê ku dikeve bakurê rojavayê Îranê, teqîneke mezin çêbû. Di encama teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Berdevkê Midûriyeta Agirkujiyê ya Tewrêzê Ekber Deştî da zanîn ku di encama teqînê de ziyan gihiştiye 3 avahiyan û wesayîtên li nêzî cihê teqînê.    Deştî, ev tişt anî ziman: “Em teqînê vêdikolin bê ka çima çêbûye. Dê encamên wê bi raya giştî re parve bikin.”