Îsraîlê ji hewa ve êrişî Sûriyeyê kir 2023-03-12 12:48:16   NAVENDA NÛÇEYAN – Îsraîlê ji heva êrişî Sûriyeyê kir û di êrişê de 2 milîsên Îranê hatin kuştin.    Îsraîlê ji hewa ve êrişî gelek deverên Sûriyeyê kir. Hat ragihandin ku di êrişan de 2 milîsên girêdayî Îranê hatine kuştin. Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê; balafirê Îsraîlê depoya çekan a li rojavayê Sûriyeyê bombebaran kir, 2 milîsên nêzî Îranê hatin kuştin û 3 leşkerên Sûriyeyê jî birîndar bûn.    Çavdêriyê ev agahî parve kirin: “Di êrişê de depoya çekan a hêzên nêzî Îranê ya di navbera Tartûs û Hamayê de hedef hat girtin.”