Li Bexdayê 4 DAIŞ’Î hatin kuştin 2023-03-15 12:45:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bakurê paytexta Iraqê Bexdayê 4 DAIŞ’î hatin kuştin.    Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku di encama operasyona li bajarokê Tarmiye ya li bakurê paytext Bexdayê de 4 DAIŞ’î hatine kuştin.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku operasyon li ser agahiyeke îstîxbarî hatiye kirin.