Piştî 11 salan serdana Misrê kir 2023-03-18 15:16:07   ENQERE - Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu piştî 11 salan cara ewil serdana Qahîreyê kir û îdia kir ku ew ê têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Misrê re derxin asta jor.    Piştî darbeya bi lîderiya Abdulfettah es-Sîsî li Misrê di sala 2013’an de darbe hat kirin, têkiliyên navbera Tirkiyeyê û Misrê xera bûbûn. Piştî 11 salan Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu serdana fermî bo Misrê kir. Çavuşoglu çû paytexta Misrê Qahîreyê û bi hevkarê xwe yê Misrê Samî Şukrî re civîna çapemeniyê li dar xist.    Çavuşoglu di civînê de îdia kir ku ew ê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Misrê re derxin asta herî jor û heke di hilbijartina 14’ê Gulanê de Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan carek din bê bijartin dê bi Sîsî re hevdîtinê bike.