Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan 2023-03-22 18:42:36 SWÎSRE - Di çalakiya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî" de ku li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê hat lidarxistin, peyama "Em ê bi xwedîderketina ruhê berxwedêr ê Newrozê Rêbertiya xwe azad bikin" hat dayîn.   Ji 25’ê Çileya 2021’ê ve her roja Çarşemê li Qada Nationsê yaa li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ku Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye, ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.   Di çalakiya vê hefteyê de ku xwedş li ruhê berxwedêr ê Newrozê hat derketin, deqeyek rêz hat girtin.   'MEHA ADARÊ JI BO GELÊ KURD MEHA BERXWEDANÊ YE'   Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) a Cenevreyê Erdal Atasoy diyar kir ku meha Adarê meha berxwedanê ye ji bo gelê kurd û got: "Ez Newroza gerîla û hemû gelê kurd ên li zindanan û çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin pîroz dikim. Bi taybetî jî ya Rêberê me."   Atasoy destnîşan kir ku bingeha coşa Newrozê ya ku li Kurdistan û cîhanê bi beşdarbûna bi milyonan hatiye pîrozklirin, beriya 51 salî ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û komeke hevalên wî li Bendava Çûbûkê hatiye avêtin. Atasoy bibîr xist ku li qadên Newrozê daxwaza ji bo azadiya Ocalan bilind bûye û got ku ji Ewropayê jî piştgiriya daxwaza bi sedhezaran mirovên li Amdê bê kirin.    Atasoy bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li hemberî tecrîd û qetlîamên li Kurdistanê rexne kir û bibîr xist ku salvegera Peymana Lozanê nêzîk dibe û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya çalakiyên di çarçoveya 100'emîn salvegerê de ji bo gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn.   Mehmet Şîrvan ku li ser navê platforma hilbijartinê ya li Swîsreyê hatıye avakirin axivî, bal kişand ser hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê ku dê di 14'ê Gulanê de li Tirkiyeyê bên kirin û rol û mîsyona kurdan a di vê hilbijartinê de bi bîr xist. Şîrvan bal kişand ser girîngiya qeydkirina hilbijêran ku divê li Sîwisreyê hilbijêr demildets qeyda xwe çêbikin û bang kir ku her kes raya xwe bide Tifaqa Ked û Azadiyê.