Li DYA’yê ji ber bablîsokan 26 kesan jiyana xwe ji dest dan 2023-03-26 11:06:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Li eyaletên Mississippi û Alabama yên DYA’yê ji ber bablîsokê 26 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Ji ber bablîsokên mezin ên li eyaletên başûrê DYA’yê, 26 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ajansa Rewşên Lezgîn a Mississippiyê da zanîn ku di nava rojekê de zêdetir 10 bablîsok rabûne û navçe wêran kirine. Hat ragihandin ku ji ber bablîsokan li eyaletê 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Yek ji eyaletên din ên ku bablîsok lê rabûn jî Alabama bû. Hat ragihandin ku ji ber bablîsokan, li eyaletê kesekî jiyana xwe ji dest daye.