FEDA’yê banga beşdariya nav Partiya Çep a Kesk kir 2023-03-30 16:13:14 NAVENDA NÛÇEYAN - FEDA'yê ji bo azadiyê bang li her kesî kir ku di nava refên Partiya Çep a Kesk de kom bibin û got: "Serkeftina mezin a hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk, di vê serdemê de erk û berpirsyariya civaka me ya elewî ye."   Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) têkildarî pêvajoya hilbijartinê ya li Tirkiye û bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hilbijartin ji bo elewiyan xwedî girîngiyeke mezin e û hat diyarkirin ku di serdema desthilatdariya AKP-MHP'ê de polîtîkayên asîmîlasyon, qirkirin û qetlîamên li dijî elewiyan bi şêweyên cuda dewam dikin û ev tişt hat gotin: "Armanca hevpar a van hemû êrîşan ew e ku bi rêya dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê hewl bidin elewîtiyê bi hemû awayî tasfiye bikin. Lewma hilbijartin ji bo me elewiyên xwedî girîngiyeke jiyanî ye."   'ELEWÎ WÊ BI HDP Û PARTIYA ÇEP A KESK RE BI SER BIKEVIN’   Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Elewiyan bi nav û nasnameya xwe derfet dîtin ku di nava Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li meclisê bên temsîlkirin. HDP’ê ya ku li ser esasê daxwazên hemwelatiya wekhev a elewiyan polîtîkayan dimeşîne, eşkereye ku ne di planên peryodîk û demkurt de ye. Em di wê baweriyê de ne ku ev polîtîkaya wekhevîparêz a HDP'ê wê di vê hilbijartinê de, di Partiya Çep a Kesk de jî derkeve holê.   Ji bo ku elewî baweriya xwe bi awayekî azad bijîn, divê elewî li gorî nasname û baweriya xwe di qada siyasete de cih bigire.   Ji ber vê yekê divê elewî li ser esasê têkbirina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ku nûnerê mêtingeriyê ye, bi nasnameya xwe ya olî re şert û mercên jiyana azad biafirînin û di vê hilbijartinê de cihê gumanê nehêlin. Rastiyên dîrokî yên elewiyan û rastiya baweriyê ya ku li ber çewisandinê serî natewîne vê yekê ferz dike. Ji bo vê jî divê elewî di vê hilbijartinê de bê dudilî cihê xwe di nava refên Partiya Çep a Kesk de bigirin.   EM HEMÛ ELEWIYAN QANIH BIKIN KU DENGÊ XWE BIDIN   Ji bo vê jî divê em ne tenê dengê xwe bidin, di heman demê de hewl bidin ku hemû elewiyan, gelên bindest û kedkar razî bikin ku dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk, Tifaqa Ked û Azadiyê.   Nûvekirina xebatên qeydkirinê ji bo hilbijartinan heta 2’ê Nîsanê mijareke ku divê em pê mijûl bibin. Nasandina Partiya Çep a Kesk ji raya giştî re, çûna dengdêran li ser sindoqan, parastina sindoqan jî erkên me ye.   Serkeftina mezin a hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk, di vê serdemê de erk û berpirsyariya gelê me yê elewî ye."