Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend? 2023-05-21 14:33:45 ENQERE - Ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ya li derveyî bajar heta niha 717 hezar û 612 kes çûn ser sindoqê û dengê xwe dan.    Tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê dê di 28’ê gulanê de bê lidarxistin. Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê dengdayîna li nûnertiyan û deriyên gumrikê berdewam e. Heta niha li derveyî welat 717 hezar û 612 kes çûne ser sindoqê û dengê xwe dan.    Dengdayîna li nûnertiyên derveyî welat dê heta 24’ê gulanê berdewam bike. Li deriyên gumrikan jî welatî dikarin heta 28’ê gulanê saet 17.00’an dengê xwe bidin.