Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an 2024-01-05 11:38:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 94’an û aqûbeta 220 kesan jî nayê zanîn.    Di navbera 1-4’ê çileyê de li Eyaleta Îşîkawa û qeraxê Nîvgirava Notoyê ya Japonyayê bi pileyên di navbera 4 û 7’ê de gelek erdhej çêbûn. Hêj jî erdhejok berdewam in û hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibin.    Walîtiya Eyaleta Îşîkawayê ragihand ku di erdhejên herêmê de 94 kesan jiyana xwe ji dest dane û li seranserî herêmê zêdetirî 300 kes tên tedawîkirin.    Hat diyarkirin ku li seranserî herêmê zêdetirî 40 kes di bin kavilan de ne û ji ber rêyên hatine girtin, nêzî 700 kes li cihên xwe asê mane.    Her wiha hat gotin ku li seranserî herêmê aqûbeta zêdetirî 220 kesan nayê zanîn.