Wekîl û Lordên Ingilistanê ji bo Rojava name ji hikûmetê re şand 2026-02-10 10:53:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Wekîlên Partiya Karkeran û muxalefeta sereke Partiya Muhafazakar jî di nav de, zêdetirî 70 wekîl û Lordên Ingilistanê ji bo Rojava ji Wezîrê Karên Derve yê Ingilistanê Yvette Cooper re name şand.    Li Ingilistanê ji Partiya Karkeran a li desthilatdariyê heta Partiya Muhafazakar, ji gelek partiyan zêdeyî 70 parlamenter û Lordan nameyek ji Wezîra Karên Derve ya Ingilistanê Yvette Cooper re şandin û diyar kirin ku li ser gelê Kurd ê li Rojava gefeke tundiyê ya nêz û rasteqîn heye. Di nameyê de ji hikûmetê hate xwestin ku ji bo Kurdan tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Parlamenter û Lordan got: “Ev welat minetdarê gelek jin û mêr ên Kurd e ku bi salan li dijî terora DAIŞ'ê bi wêrekî li ber xwe dan. Gavên ku di vê dema zehmet de bêne avêtin wê bibe bersiva herî kêm a vî deynê wan ê li me."   Ji partiyên siyasî yên li Ingilistan, Îrlanda Bakur, Wales û Skoçyayê yên Qraliyeta Yekbûyî zêdeyî 70 parlamenter, Lord û kesayetan têkildarî êrişên li ser Rojava, fikar û daxwazan nameyek ji Wezîra Karên Derve ya Ingilistanê Yvette Cooper re nameyek şandin.   Ji Partiya Karker (Labour) a li desthilatdariyê, ji Muhafazakaran (Conservative) a muxalefeta bingehîn, Demokratên Lîberal, Plaid Cymru ya ji Walesê, Scottish National Party (SNP) a ji Skoçyayê, Partiya Keskan (Green Party), Democratic unionist Party (DUP) û Sinn Fein a ji Îrlanda Bakur gelek parlamenter û Lordan mohra xwe danîn binê nameyê.   ‘EM JI BER REWŞA HEYÎ BIFIKAR IN’    Di nameyê de wiha hate gotin: “Em weke koma ji parlamenter û Lordan a di ser partiyan re ji we re dinivîsînin; ji ber ku civaka Kurd bi gefeke rasteqîn û nêz a tundiyê re rû bi rû ye. Em ji ber rewşa ewlekariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikar in ku bi lez nebaş dibe."   ‘KOÇBERÎ ZÊDE BÛYE’   Di nameyê de hate ragihandin ku ji ber êrişên li ser HSD'ê bi sed hezaran mirov koçber bûn û wiha hate gotin: “Çend rojên dawî, piştî vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên cîhana rojava piştgiriya wan dike, hêzên ser bi Serokkomar Ahmed el-Şaraa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandor û hêza xwe zêde kir. Li gorî raporên cihê baweriyê, li ser sivîlan rîskeke cidî heye; rayedarên xwecihî diyar dikin ku zêdeyî 150 hezar kes ji cih û warê xwe bûne. Meqamên Sûriyeyê jî piştrast kirin ku li gel hişyariyên têkildarî cebilxaneyên neteqiyayî û mayinan bi hezaran sivîl ji herêmê reviyan."   RÊXISTINÊN    Di nameyê de îşaret bi êrişên rêxistinên cîhadîst ên di lîsteya mueyîdeyan a Ingilistanê de ne yên li hemberî HSD'ê hate kirin û wiha domiya: “Vekişîna HSD'ê weke bersiva li êrişên hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ya yekser pêk hat; di nava van hêzan de yekîneyên yekser têkiliya xwe bi Heyet Tehrîr El Şam re heye, hene. Ev jî Tumena Hamza, Tumena Sûltan Mûrad û Tumena Sûltan Suleyman Şah e û ji ber rola van a di êrişên li hemberî sivîlan de ketine ber rejîma pêkanînê ya Qraliyeta Yekbûyî."   XETEREYA ZÊDEBÛNA TUNDIYÊ    Parlamenter û Lordên Qraliya Yekbûyî diyar kirin ku rîsk heye, tundiya heyî hîn bêhtir zerarê bide sivîlên bêguneh û nifûsa Kurdan a xwecihî.   Di dewama nameyê de işaret bi vekişîna HSD'ê ji Kampa Holê hate kirin û hate gotin, "Li vê kampê malbatên têkildarî DAIŞ'ê dihatin ragirtin û vekişîn ji ber bombardûmanê û êrişên hêzên Hikûmeta Sûriyeyê pêk hat. Bi heman rengî HSD neçar ma ku xwe ji Kampa El Şeddadê jî vekişîne ku nêzî 2 hezar şervanên DAIŞ'ê lê dihatin ragirtin. Ev yek têkildarî paşeroja şervanên DAIŞ'ê û ewlekariya herêmî û neteweyî bû cihê fikaran."   Di nameyê de hate ragihandin ku Kurd yek ji mutefîkên herî xurt ên Qraliyeta Yekbûyî ye û hate gotin, "Dema ku mirov biryardariya Kurdan a awarte ya ji bo têkbirina DAIŞ'ê ya li Sûriyeyê li ber çavan bigirin, wê bê dîtin ku Qraliyeta Yekbûyî xwedî wê berpirsyariyê ye ku piştgiriyê bide Kurdan."   Di nameyê de hate destnîşankirin ku bûyerên diqewimin tenê bi daxuyaniyên têkildarî fikaran nikare ji holê bê rakirin û hate gotin, divê Qraliyeta Yekbûyî li gel hevkarên xwe yên herêmî û navneteweyî ji bo parastina gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çareseriyeke demdirêj û mayinde bersiveke bi lez bide û bi biryardarî vî karî koordîne bike.   DAXWAZÊN HATINE KIRIN    Parlamenter û Lordan bi lezgînî ev daxwaz kirin:   * Li hemberî tundiya li sivîlan sekneke zelal bê nîşandan û piştgirî ji çareseriyeke siyasî ya demdirêj re bê dayin ku hurmetê nîşanî mafên hindikahiyên li Sûriyeyê dide.   * Nirxandina bicihanîna pêkanînên li ser kes û saziyên ji tundiya li hemberî sivîlan berpirsyar in.   * Ji bo pêşîgirtina li bilindbûna rageşiya leşkerî û ji bo parastina sivîlan bi hevalbendên herêmî û navneteweyî re hewldanên dîplomatîk bêne zêdekirin.   * Alîkariya mirovî ya têrker ji civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bê şandin û ev alîkarî bi rengekî ewle radestî herêmê bê kirin."   PARLAMENTER Û LORDÊN NAME ÎMZE KIRIN   Parlamenter û Lordên ku mohra xwe danîne binê nameyê:   Partiya Karkeran (Labour Party)   Luke Akehurst MP   Dr Rosena Allin-Khan MP   Dr Scott Arthur MP   Richard Baker MP   Alex Ballinger MP   Chris Bloore MP   Dawn Butler MP   Maureen Burke MP   Ruth Cadbury MP   Sarah Champion MP   Bambos Charalambous MP   Feryal Clark MP   Dr Beccy Cooper MP   Stella Creasy MP   Jim Dickson MP   Mary Kelly Foy MP   Daniel Francis MP   Terry Jermy MP   Kim Johnson MP   Peter Lamb MP   Siobhain McDonagh MP   John McDonnell MP   Navendu Mishra MP   Grahame Morris MP   Chi Onwurah MP   Kate Osborne MP   Toby Perkins MP   Marie Rimmer MP   Oliver Ryan MP   Sarah Smith MP   Alex Sobel MP   Kirsteen Sullivan MP   Henry Tufnell MP   Derek Twigg MP   Chris Webb MP   Nadia Whittome MP   Sean Woodcock MP   Partiya Muhafazakar (Conservative Party)   Gavin Williamson MP   Demokratên Lîberal (Liberal Democrats)   Daisy Cooper MP   Steve Darling MP   Andrew George MP   Ian Sollom MP   Partiya Keskan (Green Party)   Sian Berry MP   Carla Denyer MP   Adrian Ramsey MP   Baroness Bennett of Manor Castle   Baroness Jones of Moulsecoomb   Partiya Niştimanî ya Skoçyayê (SNP)   Chris Law MP   Noah Law MP   Plaid Cymru   Ben Lake MP   Llinos Medi MP   Liz Saville Roberts MP   Partiya Yekitiya Demokratîk (DUP)   Jim Shannon MP   Baroness Foster of Aghadrumsee   Lord Elliott of Mickle Fell   Sinn Féin   Brendan O’Hara MP   Endamên Kamaraya Lordan    Lord Alton of Liverpool   Baroness Carberry   Lord Cashman   Lord Doyle   Baroness Goudie   Lord Hain   Lord Hendy   Lord Khan of Burnley   Lord Kinnock   Lord Mann   Lord Moraes   Lord Moynihan   Lord Ranger   Lord Singh of Wimbledon