Parlamenterê Îngilistanî: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê' bê derxistin

  • cîhan
  • 15:00 17 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê APPG'ê ya li Parlamentoya Îngilistanê Lloyd Russell Moyle, tevlî kampanya bila PKK "lîsteya terorê" bê derxistin bû.
 
Berdevkê Koma Hemû Partiyên Tirkiye û Sûriyeyê (APPG) ya Parlamentoya Îngilistanê Lloyd Russell Moyle, tevlî kampanya bila PKK "lîsteya terorê" bê derxistin a ji aliyê Meclisa Dijîtal a Kurdistanê ve hatibû destpêkirin bû. Moyle, diyar kir ku pênasekirina terorê ya ji bo kurdan û PKK'ê şaş e û wiha got: "Ez endamê meclisa Îngilistanê Lloyd Russell Moyle. Di heman demê de berdevkê APPG'ê me. Me derbarê mafê siyasî û wekhev ên kurdan raporek weşand. Me di vê rapora xwe de wekheviya zayendiyê parast, êrişa zayendî şermezar kir û diyar kir ku dîtina PKK'ê û kurdên ku xweseriyê diparêzin weke 'terorîst' şaş e. Em bang li hikûmetê (Îngilistan) dikin ku mafê kurdan biparêze û li dijî zextên Tirkiyeyê yên li ser kurdan derkeve. Ez ê dostên me yên kurd li her derî biparêzim. Destpêkê li dera ku pêwistî bi edalet, xweserî û aştiyê hebe piştgiriya Kurdistanê bikin."