Lukaşenko: Divê YE çareseriyê bibîne

  • cîhan
  • 15:50 26 Mijdar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko, penaberên li ser sînorê Belarûs û Polonyayê ziyaret kir û daxwaz kir ku YE ji pirsgirêkê re çareserî bibîne. 

 
Ji 8'ê mijdarê ve bi hezaran penaber li ser sînorê Belarûs û Polonyayê sekinandîne û di nav şertên gelek zor de li bendê ne ku derbasî welatên Ewropayê bibin. Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko, penaberên li ser sînorê Belarûs û Polonyayê ziyaret kir û derbarê rewşa wan de agahî wergirtin. Lûkaşenko, li vir axaftinek kir û ev tişt got: "Ji bo kesên ku bixwazin vegerên welatê xwe em ê ji wan re bibin alîkar. Tu pisgirêk tune ye. Em ê mudaxaleyî kesên ku bixwazin sînor derbas bikin û biçin welatên Ewropayê nekin. Kesên ku bixwazin li vir bimînin jî em ê alîkariya wan bikin. Em ê kesî bi zorê neşînin welatê wî."
 
'DIVÊ YE ÇARESERÎ BIBÎNE'
 
Di berdewamê de Lûkaşenko bang li welatên Yekitiya Ewropaye (YE) kir û wiha axivî: "Divê ji bo penaberên li vir çareseriyek bê dîtin. Beriya demekê min bi Angela Merkel (Serokwezîra Almanyayê) re hevdîtin kir. Soz dabû ku wê ji pirsgirêka penaberan re çareserî bibîne. Lê hê tu gav nehatiye avêtin û Polonya destûr nade ku penaberên li vir bi tu awayî derbasî Ewropayê bibin. Penaberên cihê ku dixwazin biçinê bila biçin. Lewre ev penaber ji welatên xwe reviyane û hatine. Em dixwazin ku deriyek bê vekirin û ev penaber derbasî Ewropayê bibin."