Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê

  • cîhan
  • 15:50 3 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Ewropayê, ji ber ku çekên kîmyewî yên Tirkiye li Herêma Kurdistanê bi kar tîne lêkolîna neke li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê li dar xistin. 
 
Bertekên li dijî çekên kîmyewî ku Artêşa Tirk li Herêma Kurdistanê di êrişên li dijî gerîllayên HPG'ê de bi kar tîne didomin. Kurdên li Ewropayê, li ber derê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya li bajarê Den Haagê yê Hollandayê hatin gelhev û helwesta OPCW'ê ya ji bo bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Artêşa Tirk ve şermezar kirin. 
 
Polisên Hollandayê êrişî kurdên çalakî li dar xistin kirin û gelek kesî binçav kirin.