Dadgeha Belçîkayê derheqê PKK’ê de biryareke nû da

  • cîhan
  • 15:20 8 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Konseya Doza Biyaniyan a li Belçîkayê ku bi serlêdanên temyîzê yên li dijî biryarên şexsî eleqeder dibe, ji bo PKK’ê got; “rêxistineke terorê nîne.” 
 
Konseya Doza Biyaniyan a li Belçîkayê ku bi serlêdanên temyîzê yên li dijî biryarên şexsî eleqeder dibe, têkildarî PKK’ê got; “Rêxistineke terorê nîne.” Konseya Doza Biyaniyan îtîraza penaberekî kurd a ji bo redkirina daxwaza penabertiyê, nirxand û wiha got: “PKK, rêxistineke terorê nîne lê belê ev yek berpirsyartiya şexsî ya ji bo sûcên şer ji holê ranake.” 
 
Di demên berê de ji bo penaberê kurd biryara “beşdarî fînansmaniya PKK’ê bûye û divê ji mafê panebertiya siyasî bêpar hiştin” hatibû dayîn. Lê belê Konseyê ev biryar red kir. Di biryarê de wiha hat gotin: “Konseyê; agahî û çavkaniyên derheqê çawaniya PKK’ê, avadaniya wê, rêxistiniya wê, xebat û rêbazên wê nirxandin û gihişt wê qenaetê ku dema çalakiyên wê bi awayekî giştî tên nirxandin, rêxistineke terorê nîne.”
 
Konseya Dozê her wiha da zanîn ku tev li nêrîna Dadgeha Temyîzê ya Brukselê ya derheqê PKK’ê de dibin. Dadgeha Temyîzê di 28’ê çileya 2020’an de biryara Dadgeha Îstînafê ya di 8’ê adara 2019’an de qebûl kiribû. Li gorî vê yekê; PKK rêxistineke terorê nîne û nabe ku li gorî qanûnên navneteweyî bê darizandin.