NY: Li Sûriyê ji 306 hezarî zêdetir sivîl mirin

  • cîhan
  • 13:41 28 Hezîran 2022
  • |
img
CENEVRE – Ofîsa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora xwe ya derbarê rewşa sivîlên di şerê Sûriyê de jiyana xwe ji dest dane weşand. Li gorî raporê ji 1’ê adara 2011’an heta 31’ê adara 2021’an li Sûriyê 306 hezar û 887 sivîlan di şer de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora xwe ya têkildarî mirina sivîlan a li Sûriyê kus partiye çavkaniyên cuda, eşkere kir. Li gorî raporê, navên miriyan, dîrok û cihê mirina wan ku hatiye diyarkirin 143 hezar û 350 sivîl hatine kuştin. Her wiha tê diyarkirin ku li gorî texmînan herî kêm 163 hezar û 537 sivîlên din jî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî vê hejmarê hejmara giştî ya miriyan herî kêm 306 hezar û 887 sivîl in. 
 
CIDIYETA ŞER 
 
Komiserê Bilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev mirin tene ne reqamek îstatîstîk e di heman demê de nîşaneya mirina sivîlan e. Bachelet da zanîn ku mirina her sivîlekî ku hejmara wan ji 306 hezar û 887 kesan pêk tê bandor li ser malbat û civakê hiştine. Bachelet anî ziman ku ev hejmar ango tablo di heman deme de jî cîdiyet û pîvanên şer dide nişandan û fikrekî eşkere datîne holê. Bachelet destnîşan kir ku di deh salên dawî de rojane herî kêm 83 sivîl di şer de jiyana xwe ji dest dane û ev hejmara miriyan temsîlî ji sedî 1,5’ê nifûsa giştî ya Sûriyeyê dike. 
 
Rapor sûdê ji îstatîstîkên heyşt çavkaniyên cuda digire û daneyên deh saziyên mafê mirovan ên cuda hatin bikaranîn. 
 
MA / Ruştu Demîrkaya