DW’yê têkildarî astengkirina ragihandinê daxuyanî da

  • cîhan
  • 13:39 1 Tîrmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - DW’yê têkildarî astengkirina ragihandinê ya malpera xwe ya li Tirkiyeyê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber girtina lîsansê tê wateya ku dê RTUK bikare mudaxileyê naveroka editoryal bike serlêdana lîsansê nekirine
 
Bi daxwaza Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) xwegihandina malperên nûçeyan ên Voice of America (Dengê Amerîkayê) û Deutsche Welle (DW) ku navenda wê li Almanyayê ye duh bi şev  ji aliye 1’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Enqereyê ve hate astengkirin. RTUK a ji çavdêriya medyayê berpirsyar e, di Sibata 2022’yan de xwestibû ku DW û peydekarên bernameyê yên navnetewî li Tirkiyeyê lîsansê bistînin. 
 
Der barê mijarê de Gerînendeyê Giştî yê Rêxistina Medyayê ya Navneteweyî ya Elmanyayê Deûtsche Welle (DW) ku bi 32 zimanan weşanê dike Peter Lîmboûrg ev daxuyanî da: “Di ragihandinên me yên berfireh de, her wiha di sohbetên me yên şexsî yên bi serokê daîreya çavdêrîya medyayê ra, me rave kir ku çima DW nikare serî li lîsanseke bi vî rengî bide. Wek mînak, medyaya lîsansê ya li Tirkiyê mecbûr e ku naveroka onlayn a ku RTUK'ê neguncaw dibîne jê bibe. Ev rewş ji bo organeke çapemeniyê ya serbixwe nayê qebûlkirin. DW wê li dijî astengkirina ragihandinê ya niha tê sepandin wê serî li rêyên qanûnî bide.”