NY: Di êrişa Îsraîlê de 19 zarokên filistînî hatin kuştin

  • cîhan
  • 13:49 12 Tebax 2022
  • |
img
ENQERE - Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê da zanîn ku di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî Xazeyê de 19 zarokên filistînî hatine kuştin. 
 
Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî xaka Filistînê de 19 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Bachelet, got ku kuştina zarokan tiştekî derwijdanî ye û wiha got: “Hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî zelal û aşkera ye. Hedefgirtina sivîlan û qadên wan qedexe ye. Divê pêşî li ber van êrişan bê girtin. Kuştin û birîndarkirina zarokan tiştekî wijdanî nîne. Îsraîlê gelek caran hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî binpê kir lê di mijara hesabdayînê de kêmasî didomin.”