Li pêş OPCW’yê çalaki: Biraziyên min bi çekên kîmyewî hatin kuştin

  • cîhan
  • 09:05 14 Tebax 2022
  • |

RIHA - Xoşnav Ata, diyar kir ku biraziyên wî Mîhrîban û Gulperîn Ata bi çekên kîmyewî hatine kuştin û bi çalakiya li pêş OPCW’yê daye destpêkirin re daxwaz dike ku çekên kîmyewî yên ku Tirkiye bi kar tîne bên lêkolînkirin.  

Li pêş avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya li bajarê Lahey ê Holandayê ji 5’ê tebaxê ve bi daxwaza edaletê çalakî tê lidarxistin. Xoşnav Ata yê ji ber sedemên siyasî ji navçeya Sêwrega Rihayê weke penaber çûye Ewropayê, ji bo îdiaya kuştina biraziyên wî yên HPG’yî Mîhrîban Ata û Gulperîn Ata ya bi çekên kîmyewî were lêkolînkirin, li pêş avahiyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.  Ata ya bi pankarta ku bi ingilîzî li ser “Dewleta tirk biraziyên min bi çekên kîmyewî kuştin. OPCW çima hûn vê lêkolîn nakin?” dinivîsî, li pêş avahiyê çalakiya xwe didomîne, sedemên çalakiya xwe ya rûniştinê û daxwazên xwe ji ajansa me re vegotin. 
GUMANA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Ata, bi lêv kir ku yek ji biraziya wî Mîhrîban Ata yek ji 8 HPG’iyên ku dihat gotin di 5’ê kanûna 2021’an de li navçeya Pulur a Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest daye û da zanîn ku malbata Mîhrîban ku cenaze wergirtibû diyar kiribû ku di laşê wê de şopa fîşekê nebû û ji deve wê  şileyek zer dihat xwarê. 
 
Ata, da zanîn ku biraziya wê Gulperîn Ata jî di 23-25’ê gulanê  bi çekên kîmyewî ku dihate gotin li tunelên Kurêjaro hatine bikaranîn jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Ji 5’ê tebaxê ve her roj diçin pêş OPCW’yê û dibêjin ‘îdiayeke wisa heye lêkolîn bikin’. 2 biraziyên min di nava 6 mehan de bi çekên kîmyewî hatin şehîd xistin. Em dixwazin ev yek ji aliyê OPCW’yê ve were lêkolînkirin. Armanceke OPCW’yê heye û ev avahî ji ber wê li wir çêkirine. Em jî dixwazin OPCW’ê li gorî armancên damezrandina xwe tevbigere. Em edaletê dixwazin.”
 
BANGA ‘BÛYERÊ LÊKOLÎN BIKIN’
 
Ata, xwest ku îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê were lêkolînkirin û anî ziman ku heke rast be tişta pêwîst were kirin. Ata, bang li gelê kurd û parazvanên mafên mirovan jî kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dengê xwe bilind bikin û wiha berdewam kir: “Ez bang li malbatên ku zarokên wan bi çekên kîmyewî hatine kuştin jî dikim, werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin.”
 
ÇALAKÎ WÊ BIDOME
 
Ata, diyar kir ku çalakiya xwe ya li dijî bêdengiya OPCW’yê û welatên Ewropayê yên din daye destpêkirin, ji bilî dawiya hefteyê her roj didomîne û wiha axivî: “Îdia dikin ku mafên mirovan diparêzin. Em jî mirov in mafên me jî hene. Bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser mirovan qedexe kirin lê têkildarî mirina mirovên ku bi vî awayî hatine kuştin lêkolîn nakin. Em ji saziyeke ku îdia dike li ser dinyayê temsiliyeteke wê heye, careke din dibêjin di şerê li Çiyayên Kurdistanê her roj didome de çekên kîmyewî bikartînin. Em dizanin ku dengê me diçe wan. Heta ku ev bûyer were ronîkirin çalakiya me wê berdewam bike.”
 
MA / Ceylan Şahînlî