Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 16:51 14 Tebax 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qahîreyê di dêrekê de şewat derket. Li gorî agahiyan, di encama şewatê de herî kêm 40 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Îro di saetên serê sibehê de agir bi Dêra Şehîd Ebû Sêfîn a li Taxa Îmbaba ya li rojavayê paytexta Misrê Qahîreyê ket. Li gorî agahiyan, di encama şewatê de herî kêm 40 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Tenduristiyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û da zanîn ku 55 kes rakirine nexweşxaneyan.