Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir

  • cîhan
  • 16:18 16 Tebax 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşengê Tevgera Sadr, Muqteda es-Sadr ragihand ku xwepêşana dihat payîn di roja înê de li dar bixin, bo demekî nediyar taloq kirine. 
 
Aliyên siyasî yên Iraqê ji bo diyarkirina dîroka hilbijartina pêşwext hêj li hev nekirine. Hemû alî jî ji ber krîza aborî û nelirêtiyên roj bi roj zêdetir dibin, hevdu tawanbar dikin. Aliyên siyasî dadikevin qadan û alîgirên Muqteda es-Sadr jî ev zêdetirî du hefte ne li herêma kesk çalakiyên xwe didomînin. Alîgirên Çarçoveya Koordînasyona Şiî jî li dijî vê daketin qadan û vê jî li seranserî Iraqê rê li ber rageşiyê vekir. Li gelek deveran ev rageşî veguherîn pevçûnan. 
 
Di serdemeke wiha de Muqteda es-Sedr li ser hesaba xwe ya twîtterê ev peyam parve kir: “Em ê li dijî gendeliya we; refom û şoreşê bidomînin. Siyaseta we ya ku hûn hewl didin wek wê bimeşînin, nîşaneya îflasa we û israra we ya gendeliyê ye.”
 
Bi domdarî Sedr da zanîn ku xwepêşandana dihat payîn di roja înê e bi tevlibûna milyonan li dar bixin, bo demekî nediyar hatiye taloqkirin.