Li Îranê berxwedan belav dibe: Li bajarê Şîno yê kurdan polîs ji kolanan vekişiyan

  • cîhan
  • 12:05 24 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî berxwedan pêl bi pêl belav dibe, li bajarê Şîno yê kurdan polîs û leşker neçar man ji kolanan vekişin. 
 
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya ji aliyê “polîsên exlakê” ve berxwedan pêl bi pêl belav dibe. Tevî binçavkirin, girtin û êrişa leşker û polîsan gel kolanan naterikîne. 
 
ŞÎNO DI BIN KONTROLA GEL DE YE
 
Li gelek bajaran gel, bi leşkerên bimotosîklet, polîs û hêzên paramîlîter re pevçûn. Gel ji bo bi hêzên paramîlîter û polîsan re têbikoşe bi rêyan de rûn rijandin. Kontrola bajarê Şîno (Oshnaviye) yê Eyaleta Rojhilatê Azerbaycanê ku li ser sînorê Herêma Kurdistana Federe ye di destê gel de ye. Hêzên leşker û polîsan neçar man paş ve vekişin. Fenomenê twîtterê Tawheed Javadî di twîtterê de ev nivîs nivîsand: “Piştî şoreşa 1979’an cara ewil e kontrola bajarekê bi temamî kete destê xwepêşandêran.”
 
NY LI SER TWÎTTERÊ ŞERMEZAR DIKE
 
Di çalakiyan de dirûşmeyên “Bila Hameney bê kuştin”, “Ji dîktator re mirin”, “Em ê şer bikin, em ê bimirin, lê em ê Îranê paş ve bistînin”, “Bombe, tank, tiving êdî bandor nake, divê Molla derkeve” , “Ev sal e sala xwînê ye, serokê Îranê ha ket, ha dikeve” hatin qîrîn. Li ser vîdeoyên hatin parvekirin Neteweyên Yekbûyî û NY Jinê bertek nîşanî Hikumeta Îranê da û li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal peyamên şermezarkirinê weşandin. 
 
HEJMARA MIRIYAN JI 50’YÎ DERBAS BÛ!
 
Ajansa Nûçeyan a Harana ya girêdayî çalakvanên mafên mirovan, wêneyên çeteyên paramîlîter ên bi navê Besîc ku li bajarê Reşt gel hedef girtin weşand. Malpera rêxistina mafên mirovan Hengawê ku ji roja destpêkê ve rojane raporan diweşîne, navebe. Saziyê têkildarî astengkirinê hêj tu daxuyanî nedane. Rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku ji duh bi şev ve hejmara çalakvanan ji 50’yî derbas bû û nasnameyên 27 kesan hatine piştrastkirin. 
 
BERXWEDAN BELAV BÛ
 
Li paytext Tehranê jî dîmenên ku polîs çalakvanan rasterast hedef digirin hatin weşandin. Li bajarê Kûm çalakvanan bi kokteylên molotofê bersiva çeteyên Besîç didin. Çalakvanan li gelek bajaran Hamaney jî di nav de gelek wêne û posterên serokên Komara Îslamî çirandin. Di dîmeke ku ji bajarê Meşhed hat jî hate dîtin ku peykerê “Morteza Motaharî” tê şewitandin. Hesaba bikarhênerekî ya bi navê “1500 Tasvîr” rewşa welêt weke “di rewşa berxwedanê de” binav kir û vîdeoyên ji kolanên Tehranê weşand û ragihand ku girseyên qelebalix yên xwepêşanderan hemû kolanên Tehranê dagîr kirine. Di dîmenan de hate dîtin ku wesayîtên ku di kolanan de derbas dibûn bi dengê kornayan piştgirî didin jinên ku dersokên xwe ji serê xwe dikin û dişewitandin. 
 
DÎASPORA DI ÇALAKIYÊ DE YE
 
Îraniyên li derveyî welat, tevî Almanya, Amerîka û Kanadayê bi awayekî hemwext daketin kolanan û ji raya giştî û rayedarên Rojavayî xwestin ku “sûcên Komara Îslamê” şermezar bikin. 
 
YEKITIYA NIVÎSKARÊN ÎRANÊ DANEZANEK WEŞAND
 
Endamên Yekitiya Nivîskarên Îranê, sendîkayên çandî û hunerî, nivîskar û hunermendan têkildarî “piştgiriya xwe ya tevgera rizgariya gel” danezanek weşand. Yekitiya Nivîskaran ferzkirina dersokê ya li jinan weke “heqareta rûmeta mirovahiyê” bi nav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şermezarkirinên niha li welat belavbûne “encama hêrsa 40 salan e”. 
 
Çalakvanên mafê mirovan û 12 rêxistinên mafê mirovan şevê din daxuyaniyek dan û bang li raya giştî ya navnetewî kirin ku “ji bo li dijî zordariya ku hikûmeta Îranê li ser jinan û çalakvanan pêk tîne têbikoşe” mudaxile bike. 
 
KHRN’YÊ KOMISYONA ŞOPANDINA GIRTIYAN AVA KIR
 
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ragihand ku di xwepêşandanên roja çarşemê yên li bajarên Îlam û Îslamabadê de 4 kesên bi navê Yaser Caferî, Amîr Fûladî, Mûhsîn Qeysarî û Seîd Mohammadî hatine kuştin. KHRN’yê di heman demê de ji bo rewşa kesên hatine binçavkirin bişopîne komîsyonek ava kir û navê kesên hatine binçavkirin weke lîsteyekê aşkere kir. Li gorî vê lîsteyê ji zanîngehên cuda yên Îranê herî kêm 20 xwendekar, 11 jin, 6 siyasî, 3 medya û 3 aktivîstên sivîl hatine girtin.