Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive

  • cîhan
  • 09:19 16 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Polonyayê piştî moşeka tê îdiakirin a aydî Rûs e û ketiye ketiye axa wan bang li welatên NATO'yê kir ku civîneke awarte li dar bixin
 
Duh hat îdiakirin ku moşekek aydî Rûs li Polonyayê ketiye. Bi ketina mûşekê re Polonyayê bang li welatên NATO'yê kir ku bi awayek awarte civînek li dar bixin. 
 
Di encama moşeka li gundê Przewodow ê Polonyayê ku dikeve ser sînorê Ûkraynayê ket du kesan canê xwe ji dest da. Polonya îdia kir ku mûşek a Rûs e. Nehat zanîn ku mûşek ji aliyê kîjan hêzê ve hatiye avêtin. Rûsya îdia kir ku têkiliya wê bi mûşekê re nîne. 
 
NATO DÊ BI AWARTE BICIVE 
 
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku îhtîmal e ku mûşek ne ji Rûsyayê hatibe avêtin û banga civîneke awarte ya Koma Heftan (G-7) û serokên NATO'yê ku ji bo civînek din li Endonezyayê ne kir ku bicivin. 
 
WEZARETA KARÊN DERVE: MOŞEKA RÛS E 
 
Ji aliyê din ve hikûmeta Polonyayê ragihand ku ew li ser bûyerê lêkolînê dikin û asta amadekariya leşkerî zêde dikin. Biden her wiha soza piştgirîya xwe ji bo lêpirsîna Polonya jî da. Wezareta Karên Derve ya Polonyayê ragihand ku di encama lêkolîna xwe de hatiye tespîtkirin ku moşeka Rûsyayê ye. Daxuyaniya Polonyayê îşaret bi wê yekê nekir ku êriş xeletiyek armancgirtinê bû yan jî moşek ji aliyê parastina Ukraynayê ve ji rota wê hatiye derxistin an na. 
 
KONSEYA EWLEHIYA NY'YÊ DICIVE 
 
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg bangî balyozên hevpeymaniyê yên li Brukselê kir ku biciivin. Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî plan kir ku roja Çarşemê bicive ji bo agahdariyek pêşwext li ser rewşa Ukraynayê.