Parlamentoya Iraqê dê bi rojeva êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive

  • cîhan
  • 12:52 22 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamentoya Iraqê dê têkildarî êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive. 
 
Serokê Parlamentoya Iraqê Mûhammed Halbûsî ragihand ku wan îro biryar da ku di 19’ê cotmehê de li parlamentoyê bi rûniştineke taybet a bi rojeva êrişên Îran û Tirkieyê bicivin. Di civîna îro de hat diyarkirin ku ew ê mijara êrişên li dijî xaka Iraqê û Herêmê Federe ya Kurdistanê bigirin dest û dê encamên civînê ji Hikûmeta Iraqê re bên pêşkeşkirin.