Hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê yên li Îranê berdewam in

  • cîhan
  • 13:11 30 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Iraqê Şiya Sûdanî li Îranê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Amîr Abdullahiyan re hevdîtin kir. 
 
Hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî yên li Îranê berdewam in. Sûdanî, piştî hevdîtinên bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Rêberê Olî Alî Hamaney re, bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Amîr Abdullahiyan re civiya. 
 
Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek weşand û got ku Sûdanî û Abdullahiyan têkildarî têkiliyên aborî û bazirganiyê hevdîtin kirine. 
 
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin: “Di hevdîtinê de têkiliyên di navbera her du welatan de, pêşxistina van têkiliyan, rola diyarker a Iraqê ya li herêmê û hewldanên ji bo xurtkkirina ewlehiya li herêmê hatin nirxandin.”