Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîkayên li Îngilistan û Gallerê, ji ber zêdebûna enflasyonê bi daxwaza zêdekirina destheqên karmend û karkeran dest bi grevê kirin. Nêzîkî 500 hezar kes tev li grevê bûn.
 
Li Îngilistanê û Gallerê, mamoste, karmend, xebatkarên rêhesinê û otobês û zanîngehan dest bi grevê kirin. Sendîkayên kar, ji ber zêdebûna enflasyonê bi daxwaza zêdekirina destheqan dest bi grevê kirin. Ji sektorên cuda nêzîkê 500 hezar kes bi xebera sendîkayan kirin û daxilî grevê bûn.
 
Çapemeniya Îngilistanê ragihand ku çalakiya destjêberdana ji kar, greva bi tevlêbûna herî zêde ya 10 salên dawîn e. Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî, diyar kir ku grevê bandor li 23 dibistanan kiriye û da zanîn ku wê ji sedî 85’ê dibistanan bi qismî yan jî bi temamî bên girtin.
 
Xebatkaran muzeyan û ajokarên otobêsan ên li Londonê dixebitin jî tev li grevê bûn.
 
Bi hezaran kes li Londonê hatin ba hev û ji bo dengê wan bê bihîstin, ber bı parlementoyö ve meşıyan.