Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Romayê civîneke çapemeniyê li dar xist. Delegasyonê diyar kir ku dewleta tirk xala 3’yemîn a DMME’yê binpê dike û got: “Divê CPT raporê eşkere bike."
 
Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku di 24-29’ê Çileyê de li Stenbol û Amedê bi partiyên siyasî, baro û saziyên sivîl re hevdîtin kiribû, bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê re li Federasyona Çapemeniya Îtalyayê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Di destpêkê de rayedarên Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê axivîn. Rayedaran rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ku 23 meh in tu agahî ji wan nayê girtin, nirxandin. Piştre endamên delegasyonê çavderî û nêrînên xwe anîn zimên.
 
Ji CRED-GIGI’yê Herta Manentî diyar kir ku pirsgirêka bingehîn a pergala hiqûqê ew e ku dadgeh ji hikûmetê ne serbixwe ye. Manentî, fikarên xwe yên li ser berfirehkirina modela Îmraliyê ya li ser girtîgehên Tirkiyeyê jî anî zimên.
 
XALA 3’YEMÎN A DMME‘YÊ TÊ BINPÊKIRIN
 
Endama Desteya Rêveber a Potere al Popolo Francesca Trasatti Avvocatessa bibîr xist ku hiqûqa navneteweyî sîstema tecrîdê ya ji 15 rojan zêdetir qedexe kiriye û wiha got: “Dema ev yek û modela tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan tînin ber hev, dewleta tirk 24 sal in bê ceza, xala 3’yemîn a DMME’yê binpê dike."
 
‘CPT DIVÊ TEVÎ TIRKIYEYÊ JÎ RAPORÊ EŞKERE BIKE‘
 
Ji CRED-GIGI’yê Mîchela Arrîcale diyar kir ku CPT tu carî rapora têkîldarî serdana xwe ya ji nişka ve ya li girtîgehên Tirkiyeyê û bi taybetî jî Îmraliyê eşkere nekir. Arrîcale destnîşan kir ku CPT ku li gel vetoya dewleta tirk dikare raporê biweşîne, divê di zûtirîn demê de raporê eşkere bike.
 
‘TECRÎD LI HEMBERÎ HEMÛ GELÊ KURD E‘
 
Sekreterê Neteweyî yê Komeleya Partîzanên Neteweyî ya Îtalyayê Fabrîzîo De Sanctîs got ku divê mirov beriya her tiştî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan têbikoşe, ji ber ku tecrîd li hemû gelê kurd tê kirin. Sanctîc banga “Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan şermezar bikin û zextan tê re bikin ku delegasyoneke navneteweyî lêpirsîneke serbixwe bi rê ve bibe û nehêlê çekên kîmyewî bi kar bên“ kir û ji ber rewşa parêzer û rojnamevanan ku xistine rewşeke wisa ku nikarin bixebitin, polîs bi fîzîkî êrîşan dibin ser wan û bi rêya bikaranîna şahidên derewîn bi awayekê sîstematîk bi terorîzmê tên sûcdarkirin, Tirkiye şermezar kir. Sanctîs meseleya Tahir Elçî û xerabûna Sûrê jî bibîr xist
 
Parêzerê Projeya Mafên Mirovan Cosîmo Alvaro diyar kir ku ew li ber pêkanînên dewleta tirk ên li ser girtiyên siyasî û malbatên şehîdan matmayî mane û behs kir ku cenaze di kîsên plastîk de teslîmê malbatan hatine kirin. Alvaro her wiha got: “Gava rûniştina li dadgehê, xweliya kurekî teslîmê dayika wî hat kirin!“  
 
LI SER XERAKIRINA DOZAN WÊ KONFERANS BÊ LIDARXISTIN
 
Nûnerê Yekîtiya Parêzeran a Demokratîk Cesare Antetomaso bi bîr xist ku gelek endamên Gîûrîstî Democrats jî di nav de parêzeran ji ber ku çavdêrî di dozên siyasî de kiriye, ketina Tirkiyeyê li wan hatiye qedexekirin. 
 
Antetomaso da zanîn ku ji bo behskirina xerakirina dozan ji aliyê dewleta tirk ve, wê di demeke nêz de konferansek bê lidarxistin û da xuyakirin ku divê mirov zorê bide CPT’yê ku rapora xwe ya li ser Tirkiyeyê bi gel bide zanîn û ji bo esehkirina girtina rêzê ji mafên nebenabe yên Konseya Ewropayê re ji bo dest tê wer bide, divê dest bi kampanyeyekê bê kirin.  
 
‘WÊREKIYA ERDOGAN JI BÊDENGIYA EWROPAYÊ YE‘
 
Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Veavabûnê Maûrîzo Acerbo got ku Tirkiye bi nekirina dengê xwe ya hêzên Ewropayê û Rojavayî bawer e ku bi Erdogan re li ser kar li hev kirine û rolê medyaya Îtalyayê û Ewropaye di Komploya Navneteweyî de, bi bîr xist. Acerbo anî ziman ku ji bo medyaya Îtalyayê û Ewropayê nûçeya rewşa dewleta Tirk tê de ye çêbike têr nakeve hewilê. Delegasyonê di dawiya civînê de di serî de li Romayê, her kes vexwend meşa ku wê 11’ê Sibatê ji bo Rêberê PKK2ê Abdullah Ocalan li Strasboûrgê bê kirin.