Hevdîtinên Mazlum Ebdî û Îlham Ehmedê di rojeva çapemeniya cîhanê de ne
ENQERE - Hevdîtinên Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê di rojeva çapemeniya cîhanê de cih girt.
Di navbera 13-15’ê Sibatê de li bajarê Munihê yê Almanyayê 62’yemîn Konferansa Ewlehiyê ya Munihê hat lidarxistin. Ji welatên cuda gelek lîder beşdarî konferansê bûn. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî tev li konferansê bûn. Ebdî û Îlham Ehmed, di rojeva çapemeniya cîhanê de cih girt.
Syriac Press ku weşanên xwe bi Suryankî, Erebî û Ingilîzî dike, mijar bi rojeva “Konferansa Ewlehiyê ya Cîhanê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û nûnerên hikûmeta Sûriyeyê anî cem hev” da. Di nûçeyê de bal kişand ser tevlibûna Mazlum Ebdî û Îlham Ehmedê.
Ajansa nûçeyan a Infobae û Europapress ên Spanyayî jî sernavê “Rubio, li Munihê geşedanên têkildarî Sûriyeyê bi wezîrê karên derve û fermandarê hêzên Kurd re nîqaş kir” bi kar anî. Di nûçeyê de hevdîtinên Mazlum Ebdî, Îlham Ehmed û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî di manşeta xwe de dît.
The New Region a navenda wê Iraq jî hevdîtin bi sernavê “Fermandarê HSD’ê Ebdî, got ku bi Rubio ê DYA’yî re hevdîtineke ‘erênî’ kirine” cih da hevdîtinê.
Malpera nûçeyan a The New Arab a weşana xwe li Ingilistanê bi zimanên Erebî û Ingiliîzî dike jî têkildarî konferansê got “Dîplomatên payebilind ên DYA û Sûriyeyê di Konferansa Munihê de hatin gel hev.”
The Nationalê ya navenda wê Mîrtiyên Yekbûyî yên Ereb jî hevdîtin kir rojeva xwe. Di nûçeya bi sernavê “Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê û Fermandarê HSD’ê, ji bo hevdîtinên entegrasyonê bi Rubio re civiyan” got: “Nûnerê taybet ê DYA’yê Tom Barrack, hevdîtina weke qonaxeke diyarker û ji bo welatekî bo yekitiyê têdikoşe weke destpêkek nirxand.”
Hevdîtina behsa xeberê ji The Guardianê heta Reuters û Financial Timesê, di gelek weşanan de cih girt.