HRW: Îsraîlê di êrişên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar anî
NAVENDA NÛÇEYAN - HRW’ê ragihand ku Îsraîlê di êrişên 3’yê Adarê yên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar aniye û xwest mueyîde li Îsraîlê bên ferzkirin.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), ragihand ku artêşa Îsraîlê di 3’yê Adarê de li dijî navçeya Yohmorê ya li başûrê fosfora spî bi kar aniye. HRW’ê, da zanîn ku wan 7 vîdeoyên ji wan re hatine şandin lêkolîn kirine û got ku ev vîdeo û wêne hatine piştrastkirin. Hate gotin ku komên parastina sivîlan li du malên herêmê mudaxileya şewatê kirine û wan ev tesbît kirine.
Lêkolînerê HRW’ê yê Lubnanê Ramzî Kaîss, anî ziman ku artêşa Îsraîlê bi awayekî derhiqûqî fosfora spî bi kar tîne, ev rewş rê li ber fikaran vedike û dê ji bo sivîlan encamên giran bi xwe re bîne. Kaiss, diyar kir ku bikaranîna fosfora spî ya li dijî herêmên mirov lê dijî, binpêkirina hiqûqa mirovparêz a navneteweyî ye.
HRW’ê bang li DYA, Ingilistan, Almanya û dewletên din kir ku alîkariya leşkerî û firotina çekan a bi Îsraîlê re bidin sekinandin û mueyîde li rayedarên wê bên ferzkirin.
HRW’ê got ku divê êrişa di 28’ê Sibatê ya li dijî dibistaneke seretayî ya li Minab a Îranê jî di çarçoveya sûcên şer de bê destgirtin.