Di rageşiya DYA-Îranê de plana Hurmuz û nîqaşên li ser rayeya şer

Parve bike:
ENQERE - Rageşiya di navbera DYA-Îranê berdewam dike, bandorên şer ên li ser aboriyê, plana DYA’yê ya Tengava Hurmuzê û nîqaşên kongreyê yên li ser rayeya şer di çapemeniya cîhanê de cî girt.
 
Rageşiya di navbera DYA û Îranê berdewam dike, bandorên şer ên li ser aboriyê, planên DYA’yê yên li ser Tengava Hurmuzê û nîqaşên li ser rayeyay şer a koalîsyonê di çapemeniya cîhanê de cî girt. 
 
Ajansa nûçeyan a Reuter a li Ingilistanê, di nûçeya xwe de diyar kir ku Îran ji ber şerê DYA û Îsraîlê ketiye nava krîzê û bal kişand ser pirsgirêkên aboriyê ya Îranê ya piştî şer. Herwiha di nûçeyê de hate destnîşankirin ku krîza aboriyê dê bibe sedema xwepêşandanan. 
 
 
JI DYA’YÊ HEWLDANA KOALÎSYONÊ
 
Çapemeniya cîhanê cî da lana DYA ya ji bo vekirina Tengava Hurmuzê û hewldana avakirina koalîsyonek navneteweyî ya bi navê Avedaniya Azad a Deryavaniyê (Maritime Freedom Construct). Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ya li DYA’yê, Wezareta Karên Hundir a DYA’yê notek ji balyozxnayê re şandiye û tê de xwestiye ku ji bo derbasbûna keştiyan koalîsyonek ava bike û daxwaz kiriye ku welatên herêmê jî di nava vê koalîsyonê de cih bigirin. 
 
Reutersê têkildarî heman koalîsyonê di nûçeya xwe de diyar kir ku li gorî agahiyên çavkaniyên wan ev koalîsyon dê ji aliyê Wezareta Karên Hundir a DYA’yê û Fermandariya Hêzên Navendî (CENTCOM) ve bê rêvebirin. Reutersê destnîşan kir ku ev daxwaz dê bi welatê wekî Çîn, Rûsya, Belarûs û Kuba yên “dijî DYA’yê” re neyên parvekirin. 
 
ABC News a Awistralyayê ragihand ku roja Pêncşemê Wezîrê Karê Derve yê Awistralyayê Penny Wong dema beşdarî civîna çepmeniyê bûye, Awistralya der heqê vê pêşniyariyê de hatiye agahdarkirin û dê vebijêrkan binirxînin.
 
DEMA QANÛNÎ YA ŞER BI DAWÎ DIBE
 
Mijarekê din a balkêş ew e ku şerê di navbera DYA-Îranê bêyî birya Kongreya DYA’yê dê berdewam bike an na. Li gorî Qanûna Rayeya Şer (War Powers Resolution) Trump, bêyî biryara Kongreyê Trump dikare tenê operasyonên leşkerî 6o rojan berdewam bike. Şerê li dijî Îranê ku di 2’yê Adar3e de dest pê kiribû, di 1’ê Gulanê de dema xwe tije dike.   
 
 
BINESAZIYA AVÊ YA FILISTÎNÊ JI SEDÎ 90’Î HATIY TEXRÎBKIRIN
 
Associated Press (AP) a Amerîkî encamên êrişên Îsraîl ên li dijî Filistînê di nûçeyekê xwe de weşand.  Di nûçeyê de hate diyarkirin ku binesaziya avê ji sedî 90’î hatiye texrîbkirin