Rapora Nîsanê ya KCDP'ê: 26 jin hatin qetilkirin, 23 mirinên biguman

Parve bike:

STENBOL - Li gor rapora meha Nîsanê ya KCDP'ê di mehekê de 26 jin hatine qetilkirin û 23 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. 

 
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ku 16 sal in der barê kuştina jinan de daneyan parve dike, daneyên meha Nîsanê belav kir. KCDP'ê daneyên meha Nîsanê ya der barê kuştina jinan de bi awayek nivîskî parve kir. Li gorî rapora KCDP'ê di meha Nisanê de 26 jin hatine qetilkirin û 23 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.
 
Di kuştina 26 jinan de, 4 jin bi sedema aborî, jineke bi sedema lihevhatinê qebûl nekiriye, jinek bi sedema zarokê xwe bîne dinyayê hatiye kuştin. Li gorî raporê, mirina 20 jinan bi kîjan sedemê pêk hatiye nehatiye zelalkirin.
 
KCDP'ê diyar kir bi polîtîkayên desthilatê re jin nayên dîtin, bi sedema vê jî mirina 20 jinan bi kîjan sedemê pêk hatiye nehatiye zelalkirin. KCDPê destnîşan kir ku heke cezayên giran li faîlan neyê birîn û tedbîr neyên girtin tundî zêdetir dibe.
 
Li gorî rapora KCDP'ê 10 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 2 jin ji aliyê "hezkiriyên" xwe yên berê ve, 2 jin ji aliyê "hezkiriyên" xwe ve, jinek ji aliyê bavê xwe ve, jinek ji aliyê xizmê xwe ve, jinek ji aliyê kurê xwe ve û jinek ji aliyê nasê xwe ve hatiye kuştin. Di kuştina 6 jinan de jî nasnameya kujer nehatiye eşkerekirin.    
 
 
Nûçeyên Têkildar
Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Bila ji peywirdarên zanîngehê mînaka DNA’yê bê girtin
Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Bila ji peywirdarên zanîngehê mînaka DNA’yê bê girtin

Jinan, diyar kirin ku pêvajoyên di dosyeyên Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê de dişibin hev û gotin: “Kujerên hemû jinên hatine qetilkirin diyar in. Divê di dosyeya Rojîn Kabaîşê de DNA’yê hemû peywirdarên zanîngehê bên girtin.”

Faîlê Aleyna Yarayê hate girtin
Faîlê Aleyna Yarayê hate girtin

Faîl Cafer Başegmez ê duh li Amedê Aleyna Yaray qetil kiribû, hate girtin.

Parêzer xwest telefona Rojîn Kabaîşê bişînin Çînê
Parêzer xwest telefona Rojîn Kabaîşê bişînin Çînê

Parêzera malbata Rojîn Kabaîşê, Zeynep Demîrê diyar kir ku bi venekirina şîfreya telefonê re tê xwestin dosya di tariyê de were hiştin û got: “Di hevdîtina bi serdozgeriyê re de me xwest telefon ji Çînê re were şandin. Ji ber ku fîrmaya wê telefonê li wir e.”

Şîfreya telefona Rojîn Kabaîşê nehate vekirin!
Şîfreya telefona Rojîn Kabaîşê nehate vekirin!

Hat ragihandin ku telefona Rojîn Kabaîşê ku ji bo lêkolînê ji Spanyayê re hatibû şandin, şîfreya wê nehatiye vekirin.

Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de tu pêşketin nînin
Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de tu pêşketin nînin

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, diyar kir ku wan xwestiye rayedarên wargehê di mijara mirina Rojîn Kabaîşê de weke gumanbar bên lêpirsîn lê daxwaza wan hêj nehatiye qebûlkirin û got divê lêpirsîn tavilê biencam bibe.