Li Nîjeryayê êrîşî gundekê kirin: 30 kes hatin qetilkirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nîjeryayê hinek kesên çekdar bi ser gundekî de girtin û 30 kes hatin qetilkirin. 

 
Êrîş şeva borî li gundê Naridon a girêdayî eyaleta Kaduna li bakurê rojavayê Nîjeryayê ye pêk hat û 30 kes hatin qetilkirin. Komê bi awayekî bêhempa li gund gule berdan û piştre agir berdan xaniyan. Jin, zarok û kal hatin hedef girtin û heta niha tu kesî berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe.  
 
Li bakur-rojava û navenda Nîjeryayê, komên çekdar gundan hedef digirin, ji bo fîdye kesan direvînin, talan û êrîşan pêk tînin.  Li bakurrojhilatê welêt êrîşên Boko Haram û Dewleta Îslamî ya Afrîkaya Rojava berdewam in.