Ji xwendekarên Îranê tifaq: Ji bo pêşerojeke demokratîk em dengê xwe bilind bikin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên zanîngehê yên li Îranê tifaqek ava kir û got: “Weke dengê rasteqîn ê gelê Îranê, werin em ji bo pêşerojeke hemdem û demokratîk dengê xwe bilind bikin.” 

 
Komên xwendekaran ên ji herêmên cuda yên Îranê, di pêvajoyeke dîrokî û krîtîk a welat de hatin gel hev û ragihand ku tifaqa xwe ava kirine. 
 
Di daxuyaniya xwendekarên zanîngehê de wiha hate gotin: “Di demeke miletê Îranê yê wêrek ji bo rejîma faşîst û zexta olî bi temamî hilweşîne rabûye ser pêyan de em jî di vê kêliya dîrokî û krîtîk de hebûna xwe radigihînin. Di demeke dîwarên zexta olî di derizin, xetereya ku zext bi şêweyeke cuda xwe jinûve birêxistin bike de, em jî xwe dispêrin aqilekî rexnegir û mîrateya tevgera xwendekaran. Vê jî kir ku em lihev bicivin.” 
 
REGEZÊN TIFAQA XWENDEKARAN
 
Xwendekaran, diyar kir ku ew ê tiştên di protestoyên meha Çileyê de hatine jiyîn ji bîr nekin û rêgez û bingeha fikrî ya tifaqa xwendekaran wiha rêz kir: 
 
*Li dijî paşverûtî û tîraniya mîratgir seknekî zelal: Em li hemberî şêx û şêxan serî natewînin. Şoreşa gelê Îranê, rêwîtiya azadî, wekhevî, laîktî û demokrasiyê ye. Hewldanên ji bo dîrokê jinûve bînin û rejîma qraltiyê jinûve ava bikin, xiyaneta li dijî rêgeza azadiyê ye. Em ê teslîmî ‘xerab û hêj xerabtir’ê nebin û vebijêrka me, rêveberiya gel e. 
 
*Sînorkirina faşîzm û totalîterîtiyê: Tevgera me bi aşkerayî vê radigihîne; dirûşma ‘Yek welat, yek al, yek lîder’, serdema tarî ya Almanyaya Nazî bi bîr dixe û tu eleqeya xwe bi demokrasiyê re nîne. Ev tevgera ku bi daxwaza xwe ya text, tunekirin û dirûşmên mirinê tên bibîranîn, hewl dide baweriyên li ser navê wê ne faşîst bitepisîne û daxwazên azadiyê yên tevgera jinê asteng bike. Ev kesên ku siyaset bi gef û tirsên qirêjî kirine, ji bo pêşeroja Îranê xetere ne. Em ê destûrê nedin ku Kurdan, Tirkan, Belucan û hemû ewladên vî welatî weke ‘dabeşkar’ nîşan bidin û bi rêya zexta leşkerî serweriya Îranê tesîs bikin. 
 
*Zanîngeh: Keleha azadiyê ne, stargehên takekesiyê nînin û cihên piranîparêziyê ne. Em hemû hewldanên bi darê zorê dirûşman bi xwendekaran didin fezkirin bi tundî red dikin. Xwendekar, amûra propagandayê yên tu dîktatoran nînin. Hewldanên ku bikaranîna xwîna xwendekarên şehîd ji bo şexsê xwe û malbata xwe, heqaretekî li dijî zanist û têkoşînê ye. 
 
*Piranîparêzî û aqilê kolektîf: Tifaqa me, xwe dispêre ‘aqilê kolektîf’, xwe naspêre ‘takekesiyê.’ Armanca me ne piştgirîdayîna kesekî ye, armanca me xurtkirina civaka sivîl e. Weke kesên komarparêz, em pergaleke ku hêz tê de demkî, diguhere û hesabê dide dixwazin. 
 
*Banga yekitiyê: Em bang li hemû xwendekarên azadîxwaz, laîk, çepgir, weltaparêz û demokrat, hemû kesên dilsozên azadiya Îranê dikin ku tev li vê tifaqê bibin.” 
 
Daxuyanî, wiha bi dawî bû: “Yekitiya me ya zanebûn, li dijî zexta heyî û zordestiya di kêmînê de, dîwareke qewî ye. Weke dengê rasteqîn ê gelê Îranê, werin em ji bo pêşerojeke hemdem û demokratîk dengê xwe bilind bikin.”     
Nûçeyên Têkildar
Li Îranê piştî şer mafên heyî jî hatin astengkirin
Li Îranê piştî şer mafên heyî jî hatin astengkirin

Edîtorê malpera "Dengê Girtiyan a li Îranê" Shahrokh Tavakolî, diyar kir ku di pêvajoya şerê DYA û Îsraîlê de hemû mafên girtiyan hatine rawestandin û got: "Rejîm ji şer û dijminekî biyanî zêdetir ji gel ditirse. Şermezarkirina van kiryaran ne bes e, divê zext were kirin."

Bîlançoya li Îranê giran dibe: Herî kêm hezar û 369 kes hatin kuştin
Bîlançoya li Îranê giran dibe: Herî kêm hezar û 369 kes hatin kuştin

Di êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Rojhilat de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di nava 20 rojan de herî kêm hezar û 369 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Îranê ragihand ku 3 kes darve kiriye
Îranê ragihand ku 3 kes darve kiriye

Îranê, ragihand ku 3 kes bi îdiaya “Sîxurtiya Îsraîl û DYA’yê” darve kiriye.

Wehşeta rejîma Îranê: Di bin çavan de 2 jin bi komî hatin tecawizkirin
Wehşeta rejîma Îranê: Di bin çavan de 2 jin bi komî hatin tecawizkirin

Derket holê ku 2 hemşîreyên jin ên bi hinceta di dema çalakiyên protestoyî de welatiyên birîndar tedawî kirine hatin binçavkirin, di bin çavan de bi awayekî sîstematîk hatine tecawizkirin.

'Ger rejim li ser desthilatê bimîne gelên Îranê dê rojên tirsnak bijîn'
'Ger rejim li ser desthilatê bimîne gelên Îranê dê rojên tirsnak bijîn'

Femînîst Nasrîn Momenê diyar kir ku rejîm ji bo li ser desthilatê bimîne dê her tiştî bike û got: "Berdewamiya hebûna vê rejimê, tê wateya berdewamiya zextekî pir berfireh û mirinê ya li dijî gelê Îranê."