AMED - Endama Rêxistina DBP ya Amedê Muşeher Ulker û Dayika Aştiyê Meryeme Tura diyar kirin ku dewletê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên berbiçav neavêtine û daxwaza vekirina deriyên girtîgehan û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kirin.
Endama Rêxistina Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Muşeher Ulker û Dayika Aştiyê Meryeme Tura, der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, nirxandin kirin.
'JIN JI BO AŞTIYÊ TÊDIKOŞIN'
Muşeher Ulkerê diyar kir ku hikûmet guh nade daxwazên gel û got: "Ji 27'ê Sibatê vir ve zêdetirî sal û nîvek derbas bû, lê dewlet tu gavan navêje. Beriya bi salan, Serokkomar got, 'Ez ê hêsirên dayikan rawestînim,' lê îro hêsirên dayikan mîna çemên Dîcle û Firatê diherikin. Ger ew karibin dengê zarokan di nav bombe û madeyên kîmyewî de bibihîzin, ew ê êşa ku dayik dikişînin fêm bikin."
MUşeher Ulkerê bang li Serokê Giştî yê MHP'ê û Serokkomar kir û diyar kir ku divê rêyên ragihandinê bi Abdullah Ocalan re werin vekirin û got: "Divê plan û projeyên Rêber Apo werin berçavgirtin. Ferq nake ew Tirk e, Kurd e, Ereb e, an Çerkez e; dayik dayik e. Rengê hêstiran tune."
'BILA DERIYÊN ZINDANAN BÊN VEKIRIN'
Dayika Aştiyê Meryeme Turayê diyar kir ku pêvajoya aştiyê dest pê kiriye, lê dewletê gavek neavêtiye. Meryeme Turayê behs kir ku wan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kiriye û got: "Em azadiya Serok Apo dixwazin. Heta ew azad nebe kes nikare azad be." Meryeme Turayê her wiha daxwaza berdana girtiyên nexweş kir û got: "Em bang li Serokkomar dikin; deriyên zindanan vekin. Girtiyên nexweş azad bikin. Heta ku ew azad nebin em ê rihet nebin."