NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendê Alman TrueLu, strana xwe ya “Bijî Rojava” diyarî Şoreşa Rojava û Peoples’ Caravan (Karwana Gelan) kir.
Hunermendê Alman bi strana xwe ya “Bijî Rojava” ya diyarî Şoreşa Rojava û enternasyonalîstên tevlî Peoples’ Caravan (Karwanê Gelan) bûne kir, bal kişand ser piştevaniya navneteweyî. Hunermend têkildarî pêvajoya derketina stranê û peyama ku dixwest bide, ji ANF’ê re axivî.
Berxwedana gelan, azadiya jin û rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojava hatî avakirin, bandora xwe li qada hunerê jî kir. Strana bi navê “Bijî Rojava” ya Hunermend TrueLu ya ku diyarî enternasyonalîstên tevlî Peoples’ Caravan (Karwanê Gelan) bûne kir.
‘EZ RÊZDARÊ GELÊ ROJAVE ME’
TureLu anî ziman ku dema stran çêkir hestê ku herî zêde bandor lê kir, hurmeta wî ya ji bo gelê Rojava bû. Hunermend destnîşan kir ku rêveberiya xweseriya demokratîk û têkoşîna azadiya jinê ya li Rojava, ji bo hemû cîhanê xwedî wateyekî jiyanî ye û got: “Hişmendiya dewletên emperyalîst û DAIŞ’ê li tevahî cîhanê ji bo azadiyê gefeke mezin e. Dilê min bi taybetî bi jinên ku li dijî vî dijminî şer dikin re ye.”
Hunermend rave kir ku têkoşîna li Rojava bi berxwedanên li deverên cuda yên cîhanê re li ser xetekî hevpar dibe yek. TrueLu diyar kir ku ev hevkarî di wî de hestekî berpirsyariyê ya xurt çêkiriye û got: “Min hîs kir ku têkoşînên me bi hev dû ve girêdayî ne. Niha dem dema rabûnê û piştgirî dayîna şoreşê ye.”
‘DEM DEMA PIŞTGIRIYA ŞOREŞÊ YE’
TrueLu diyar kir ku wî xwest bi “Bijî Rojava” peyameke zelal bide guhdaran û hêzên li Rojava têdikoşin. Hunermend bang li enternasyonalîstan jî kir û ev tişt got: “Peyama min ji bo enternasyonalîstên li seranserî cîhanê ew e ku bi rengekî rêxistinkirî piştgirî bidin Şoreşa Rojava. Vê şoreşê nîşanî me da ku çi tişt pêkan in; niha tam dema piştgirî dayînê ye.”
TrueLu, bal kişand ser piştevaniya li dijî dezenformasyona medyaya dewletê jî û ev tişt got: “Li Ewropayê û li cîhanê ji gotinên medyaya dewletê dûr, em dengê we dibîhîzin û hêza we hîs dikin. Em ê li Rojava û li her derê bi we re bin; em ê bi ser bikevin.”
DI TÊKOŞÎNÊ DE CIHÊ MUZÎKÊ
TrueLu anî ziman ku rola piştevaniya enternasyonalîst jî xwedî wateyekî dîrokî ye, muzîk di heman demê de bîra têkoşînan e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li gorî min, muzîk di her têkoşînê de û di girêdana enternasyonalîstan de roleke girîng dilîze. Di têkoşînên şoreşgerî de kevneşopiyeke dirêj a muzîkê heye û muzîk dikare hêvî û vîzyonê bide me. Her wiha muzîk dîroka me diparêze.”