AGIRÎ - Serokê Şaxa Egîtîm-Sen a Agirî Îlhan Levent diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî kolektîf e û got: “Sepana dersa bijarte derfeteke fêrbûnê ya şexsî pêşkêş dike, lê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê bi cih nayine. Ev model, ne ne pargala perwerdeyê diguherîne, ne jî di asta civakî de statuyekî wekhev dide zimên.”
"Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de pêşkêş kiribû, di heman demê de nîşan dide ku divê statuya Kurdî di qada cemaweriyê de çawa be. Kurdî, yek ji hêmanên herî girîng ên "entegrasyona demokratîk" e û di nava daxwazên herî bingehîn de perwerdeya bêpere û bi zimanê dayikê ya li dibistanan cih digire. Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) a Agiriyê Îlhan Levent, anî ziman ku ji bo avakirina civakekê demokratîk, wekhev û aştiyane perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e û destnîşan kir ku modela dersa bijarte têrê nake û divê perwerdeya bi zimanê dayikê bê misogerkirin.
‘HEKE ZIMAN WERE VEDERKIRIN, EW GEL JÎ TÊ VEDERKIRIN’
Levent destnîşan kir ku ji bo perwerde bibe mafekî rastîn, divê wekî ku bêpere, zanistî û bi zimanê dayikê jî be û wiha axivî: “Pergala perwerdeyê ya ku ne bi zimanê dayikê be, nahêle ku kes xwe bi awayekî tam îfade bike û bêwekheviya pedagojîk diafirîne. Ev rewş hem beşdariya demokratîk sînordar dike, hem jî wekheviya derfetan xera dike. Ziman, ne tenê amûrekê ragihandinê ye, di heman demê de pireya çandê ye jî. Heke ziman tune bibe, civak jî tune dibe. Vederkirina ziman ji qada cemaweriyê, tê wateya vederkirina welatiyên ku bi wî zimanî diaxivin.”
‘NE DERSA BIJARTE, MAFÊ ZIMANÊ PERWERDEYÊ’
Levent diyar kir ku naskirina zimanên dayikê wekî dersa bijarte ji aliyê pergala perwerdeyê ya heyî ve gavek e, lê ev yek têrê nake û pergala yekperest di zimanê perwerdeyê de didome û wiha pê de çû: “Heta ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê neyê misogerkirin, ne pêkan e ku pergal wekheviyê biafirîne. Sepana dersa bijarte derfeteke fêrbûnê ya şexsî pêşkêş dike, lê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê bi cih nayine. Ev model, ne ne pargala perwerdeyê diguherîne, ne jî di asta civakî de statuyekî wekhev dide zimên. Tişta ku tê xwestin ew e ku ziman bê qebûlkirina bibe zimanê perwerdeyê. Divê perwerdeya bi zimanê dayikê di hemû dersan de were dayîn. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî kolektîf e. Ji ber vê yekê, modela dersa bijarte vê hişmendiyê bi cih nîne.”
‘BÊYÎ MAFÊN WEKHEV YEKITIYA DEMOKRATÎK NABE’
Levent diyar kir ku di civakekê pirzimanî û pirçandî de yekiya demokratîk tenê li ser bingeha mafên wekhev pêkan e û destnîşan kir ku dabînkirina perwerdeya bi zimanê dayikê û azadiya qada cemaweriyê, dê li şûna polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê zemîna naskirin û wekheviyê xurt bike û wiha axaftina xwe bi daweî kir: “Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ne tenê mafê gelekî ye, mafê hemû gelan e. Dema ku ev maf bê misogerkirin, pêvajoya demokratîkbûnê û aştiya civakî xurt dibe.”