Li Hopayê çalakiya zimanê dayikê

Parve bike:

ARTVÎN - Partiyên siyasî li navçeya Hopayê bi wesîleya çalakiya “Gel stranên xwe dibêjin” hatin gel hev û stran gotin. 

 
Umut Sen, Devrîmcî Duruş, ESP, EMEP û DEM Partiyê, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li Eywana Konferansê ya Ataturkê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hopa ya Artvînê, çalakiya “Gel stranên xwe dibêjin” li dar xist. gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de ji stranên ji çand û zimanên cuda hatin gotin. 
 
Muzîkjen Maria Abaşhidze di şevê de derket ser dikê û bi stranên xwe beşdar mest kir. Her wiha Koroya Jinan a Pir Deng a Findikliyê jî mohra xwe li şevê da. Koroyê, ji gelek ziman û çandên cuda stran pêşkeş kir. 
 
 
Nûçeyên Têkildar
Li Dîlokê stargeha zimanê dayikê: Kurdî-Parêz
Li Dîlokê stargeha zimanê dayikê: Kurdî-Parêz

Şagirtên atolyeya zimanê Kurdî ya di bin banê Kurdî-Parêzê de, diyar kirin ku zimanê dayikê hinceta hebûnê ye û gotin: "Em ji bo zimanê xwe yê dayikê ku bi sedan sal in hatiye paşguhkirin li vir in."

'Em bi zimanê xwe biaxivin, bijîn û nehêlin tune bibe’
'Em bi zimanê xwe biaxivin, bijîn û nehêlin tune bibe’

Li Gimgimê panela ziman hate lidarxistin û panelîstan got: “Em li her derê bi zimanê xwe biaxivin, bijîn û nehêlin tune bibe.”

Onen: Kurdî ji bo zarokan dengê dayika wan e
Onen: Kurdî ji bo zarokan dengê dayika wan e

Civaknas Ronahî Onenê diyar kir ziman ji bo zarokan dengê dayika wan e û got: “Dema dengê Kurdî tê em xwe di ewlehiyê de hîs dikin. Ji ber ku malbat ji bo wan ewlehî ye. Dema bi zimanê din tişt tên gotin zarok hîs nakin.”

Panela pirzimanî: Zimanê dayikê bi qasî nan û avê hewcedarî ye
Panela pirzimanî: Zimanê dayikê bi qasî nan û avê hewcedarî ye

ANKA-DER’ê bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê panelek pirzimanî li dar xist. Di panelê giringiya perwerdehiya pirzimanî û pêwistiya bi zimanê dayikê hate destnîşankirin.

Li Stenbolê daxuyaniya hevpar: Statu ji bo zimanê dayikê, demokrasî ji bo civakê
Li Stenbolê daxuyaniya hevpar: Statu ji bo zimanê dayikê, demokrasî ji bo civakê

Li Stenbolê bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de daxwaza statü ji bo zimanê dayikê, demokrasî ji bo civakê hate kirin.