'Ehmed Huseynî pêşengê wêjeya Kurdî bû'

Parve bike:
AMED - Nivîskarên ku diyar kirin Ehmed Huseynî pêşengê wêjeya Kurdî bû, destnîşan kirin ku ew ê wek şopdarên wî ji bo pêşketina wêjeya Kurdî têbikoşin.
 
Helbestvan Ehmed Huseynî, di 10’ê Adarê de li Swîsreyê ku lê tedawiya penceşêrê dibû, jiyana xwe ji dest da. Ehmed Huseynî di sala 1955’an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû û xwendina xwe ya seretayî li wir qedand. Huseynî li Şamê beşa felsefeyê xwend, lê rejîmê nehişt ku dîplomaya xwe bi kar bîne. Huseynî di sala 1989’an de neçar ma ku koçî Swîsreyê bike.
 
Dema kanalên Kurdî dest bi weşanê kirin, Ehmed Huseynî ev wek qadekî mezin a perwerdehiya neteweyî dît. Bi salan di kanalên wekî MED TV û ROJ TV de bernameyên ser çand û wêjeyê amade kir û bi deng, rû û pênûsa xwe bû mêvanê malên bi mîlyonan Kurdan. Nivîskar û helbestvanên Kurd bi zimanekî zelal, bi zaravayekî Kurdî yê ahengdar û bi şêwazekî kûr da nasîn. Dengê wî yê li ser ekranê, ciwanên Kurd teşwîqî xwendin û nivîsandina Kurdî dikir.
 
PERTÛKÊN WÎ
 
Ehmed Huseynî di xebatên xwe yên wêjeya Kurdî de zêdetirî 15 berheman li pey xwe hişt. Berhemên ku Huseynî li pey xwe hîştine ev in: Peyvên li ser rûyê avê (1988), Bajarê herifî (1991), Girtîgeha siyê (1993), Bîstika tîrêjê (1998), Siyên li ser rûyê bîranînan (2001), Siyabend û Xecê (2002), Sifrê (2003), Pistepista sîberê (2004), Dozex (2005), Zerya (2006), Çirûsk (2007), Bîra birînê (2008)
 
PÊŞENGÊ KURDÎ
 
Nivîskar Omer Fîdan ê ku 3 salan bi Huseynî re xebatitiye, bal kişand ser têkoşîna wî ya ji bo ziman û wêjeya Kurdî û diyar kir ku wî di dema xebatên PEN a Kurd de Huseynî nas kiriye û ev tişt got: "Ji ber xebatên wî yên edebî yên berê min ew nas dikir, lê li PEN a Kurd min derfeta xebata bi wî re dît. Em dikarin ji bo wî bibêjin pêşengê ziman. Ciwaniya wî di bin zextan de derbas bûye. Birîna Sînema Amûdê di zarokatiya wî de hebû. Hatibû sirgûnkirin. Lê wî ev hemû veguherandin berxwedanê û veguhast wêjeyê. Ji bo gelê Kurd û Kurdî berhem afirandin. Di çapemeniya azad û wêjeyê de ji bo ziman xebitî. Di wêjeya xwe de cî da êş û şahiyên Kurdan. Dema em pê re diaxivîn, digot 'em ê bi Kurdî bijîn û bi Kurdî bimrin'. Bi serbilindî û birûmet mîrasekê mezin li pey xwe hişt û çû ser dilovaniya xwe. Em ê li ser rêya wî bimeşin. Em ê bi Kurdî bijîn û bi Kurdî berheman biafirînin."
 
JI BO WÊJEYA KURDÎ NAVÊKÎ GIRÎNG E
 
Nivîskara Kurd Roza Metîna jî anî ziman ku bingeha Huseynî ya wêjeya Kurdî pir dewlemend bû û got: "Di helbestên wî de rastiya civakê, felsefe, bîranîn, têkoşîn û evîn hebû. Yek ji navên pêşeng ên wêjeya Kurdî ye. Herî dawî li dijî êrişên li ser Rojava, li wir dixebitî. Cara dawî dema em li ser telefonê axivîn, got DAIŞ gefê li wî dixwe. Wî mirin dabû ber çavên xwe û xebatên xwe li wir domand. B nexweşiya penceşêrê ketibû, lê nedixwest nexweşiya wî bibe rojev, dixwest bi wêjeya xwe bibe rojev. Her tim digot 'Bi Kurdî biafirînin, bi Kurdî bijîn'."
 
Roza Metîna anî ziman ku pênûsa Huseynî li erdê namîne û wek şopdarên wî dê vê mîrasê bidomînin û got ku ew ê pêşengê wêjeya Kurdî tu carî ji bîr nekin.
 
MA / Fethî Balaman