AMED - Endamên koma Agirê Jiyan ên ku xwe bi ruhê salên 92’yan ji bo Newroza Amedê bistrên amade dikin, destnîşan kirin ku divê zimanê aştî û diyalogê derkevin pêş û gotin: “Dengê aştiyê bilind dibe.”
Newroza Amedê ya îsal dê bi dirûşma "Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk" di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin. Newroza Amedê di her serdemê de bi girse û coşa xwe mazûvaniya Newrozên giring kiriye. Di Newroza îsal de koma Agirê Jiyan dê derkeve ser dikê. Komê herî dawî di 21’ê Adara 2003’yan de beşdarî Newrozê bûbû û piştî 23 salan dê dîsa li Newroza Amedê be.
Agirê Jiyan di heman demê de ji bo konsera Amedê xwe amade dike ku surprîzekê ji guhdarên xwe re bike. Kom dê strana xwe ya nû "Newroz" ku amadekariyên wê yên dawî qediyane, cara yekem li ser dika Newroza Amedê bistrê.
Em bi Agirê Jiyan re der barê rêwîtiya wan a muzîkê ya ji roja avabûnê heta îro de axivîn.
We di serdemekê ku zext lê zêde bûn de dest bi xebatên muzîkê kir. Di wê demê de atmosfer çawa bû, koma we çawa ava bû?
Alî Geçîmlî: Di salên 90’î de Kurdî dihat înkarkirin û tune dihat hesibandin. Em wek ciwan, me bi zehmetiya huner û muzîkê ya di wan mercan de dizanibû. A rast em zarok bûn. Cudahiya me ya ji zarokatiyê ve, hem ji malbatên me hem jî ji derdora me heta dibistanê dihat hîskirin. Di wê demê de gelek koçberî çêbibûn. Mîna her Kurdekî, em jî li taxa Çewlîgiyan dijiyan. Em bi mirovên ku ji Çewlîgê koç kiribûn re bûn. Di nava van de bê guman dengbêjên me jî hebûn. Mirovên ku çanda wê herêmê bi xwe re anîbûn hebûn. Şahiyên me yên dawetê bi govendên mezin çêdibûn. Di nava taxê de ji bo girseyên govendê ku ji 2 hezar kesî pêk dihatin stran digotin. Paşê ev bû wekî kevneşopiyekê. Di wê demê de hinek hebûn ku muzîka Kurdî bi elektro tembûrê dikirin û marjînal dikirin. Li dijî wan, ji bo parastin û nûnertiya hunera xwe, ez, Şener û Naîl Yurtsever hatin cem hev. Me komek ava kir. Wê demê komên ku me di Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dibihîstin hebûn; mîna Koma Serhad, Koma Amed... Me got qey her kes navên kevneşopî lê dike, me jî navê herêma xwe Çewlîgê guncan dît. Di heman demê de navê wê yê Ermenkî "Çepexçûr" bû.
Salên 90’î salên wisa bûn ku Kurdî dihat înkarkirin û tune dihat hesibandin. Em wek ciwan, me bi zehmetiya huner û muzîkê ya di wan mercan de dizanibû. A rast em zarok bûn. Cudahiya me ya ji zarokatiyê ve, hem ji malbatên me hem jî ji derdora me heta dibistanê dihat hîskirin.
Çîrokekî taybet a navê Agirê Jiyan heye?
Alî Geçîmlî: Helbet, wê demê min pirtûka Nikolay Ostrovski ya bi navê “Silav Agirê Jiyanê” dixwend. Ez hêj 15-16 salî bûm. Ji ber ku em li Stenbolê ji dayik bûbûn, em nû bi Kurdî hîn dibûn. Mînak, li cem Çewlîgiyan bersiva peyva "yaşam"ê bi Kurdî tunebû. Me nedigot "Jiyan", me digot "Yaşama me". Me peyva "Agir" dizanibû lê "Agirê yaşam" nedibû. Me nîqaş dikir ku em ê çawa bikin. Di sala 1992’yan de dema em derbasî NÇM’ê bûn, me ji hevalan pirsî. Hevalan ji me re got; "Agirê Jiyan." Paşê me di nava xwe de got, "Agirê Jiyan" di gotinê de jî xweş dihat. Piştî wê me bi wî navî xebatên xwe domandin.
We got dema we kom ava kir hûn zarok bûn. Dema hûn hatin cem hev hûn çend salî bûn?
Alî Geçîmlî: Ez 15 salî bûm, Şener 14 salî bû. Naîl jî 18-19 salî bû. Em gelek ciwan bûn.
Sedemên wê hişmendiyê çi bûn ku we di wan temenan de bi israr muzîka Kurdî çêbikin?
Alî Geçîmlî: Mînak, dema me dest bi dibistana seretayî dikir, me cudakarî hîs dikir. Dayika min digot; “Dema tu çûyî dibistanê, qet nebêje tu Kurd î an Elewî yî.” Lewra wan bi xwe ew cudakarî dîtibûn. Ji ber wê jî, wekî her malbatê, dê û bav bi hişmendiya parastinê diaxivîn. Dema em diçûn dibistanê me jixwe ev dijî. Min pola yekem du caran xwend. Ev ji ber aliyê min ê serhildêr bû. Min bi israr digot ez Kurd im û ez muxalîf im, li hemberî vê jî min gelek lêdan dixwar. Ji ber wê ez ji dibistanê direviyam. Lewma min pola yekem du caran xwend.
Şener Yildiz: Alî qala gelek tiştan kir lê ez dixwazim hinekî peyamekê bidim ciwanên vê serdemê. Em bi rastî du ciwanên jêhatî bûn û li heman taxê dijiyan. Alî li gelek cihan stran û kilam digotin. Daxwaza min jî ji bo tembûrê pir zêde bû. Me xwest em xebatên xwe bikin yek. Di serî de jixwe rewşek wisa tunebû ku em stranên siyasî-polîtîk bistrên. Me bi berhemên çandî, folklorîk û stranên Tirkî yên ji kevneşopa s0syalîst dihatin dest pê kir. Piştre bi tevlêbûna Naîl (Yurtsever) re, me xwest em li hemberî bûyerên civakî hîstiyar bin. Li hemberî rûdanên wê demê, me ligel kilamên folklorîk, stranên nû yên ku peyamên me digihandin mirovan stirîn. Ev xebata ku me di salên 90’î de da destpêkirin, îro gihîştiye astekî pir cuda. Me qet texmîn nedikir ku dê bigihîje vê astê. Ciwanên me bila ji xwe re bikin armanc û bên cem hev. Bi tena serê xwe hêzeke xurt nade mirovan. Piştre hûn dikarin xebatên xwe ji hev veqetînin lê xebata bi komî ji bo destpêkê pir girîng e. Me feydeya vê bi rastî dît. Me pir piştgiriya hev kir. Çûyîn û hatina me ya NÇM’ê, pêşketina me, encama kedekê bû. Niha em rûmet û serbilindiya vê dijîn. Em bi hev re ne. Ev encama wan kedan e.
Bi tena serê xwe hêzeke xurt nade mirovan. Piştre hûn dikarin xebatên xwe ji hev veqetînin lê xebata bi komî ji bo destpêkê pir girîng e. Me feydeya vê bi rastî dît. Me pir piştgiriya hev kir.
Komê bi salan xebatên xwe domandn, piştî sala 2018’an ket pêvajoya belavbûnê. Çima?
Amed Tabar: Ew pêvajo bi veqetîna hevalan a di demên cuda de dest pê kir. Di vê pêvajoyê de carinan mirovên nû tevlî bûn, carinan jî qutbûn çêbûn. Piştî sala 2008’an ez derketim derveyî welêt. Wê demê me xwest em xebatên komê ji dûr ve birêve bibin lê ne hêsan bû. Lewma veqetîn dest pê kirin. Di sala 2008’an de ez veqetiyam. Piştre bi hewildana Alî hevalên cuda tevlî bûn û Agirê Jiyan xebatên xwe heta 2018’an domand. Lê dîsa ji ber heman sedeman, kom neçar ma ku xwe fesix bike. Xebatên kesane berdewam kirin. Xebatên Şener ên kesane hebûn, yên Alî hebûn, yên min jî bi heman awayî. Yên Meralê jî hebûn.
Alî Geçîmlî: Divê mirov van belavbûnan tenê bi fikarên kesane û populîzmê ve girê nede. Ez dixwazim hinekî kûrtir lê binêrim. Wekî hûn dizanin wê demê saziyên me jî belav bûn. Ez difikirim ku aliyên vê yên polîtîk jî hebûn. Mînak li Stenbolê, li metropolan avakirina tiştên cuda, gotinên ku li dijî saziyan dihatin kirin bûn sedema belavbûnan. Piştre helbet fikarên din jî pêş ketin.
Tiştê ku hûn dîsa anîn cem hev çi bû? Ew pêvajo çawa pêş ket?
Amed Tabar: Piştre em hemû bi awayekî li Ewropayê hatin cem hev. Fikrê hatina cem hev hinekî wisa çêbû. Me dest bi amadekariyên vê kir. Pêşî me di nav xwe de nîqaş kir ku “Gelo em dikarin piştî demekê dirêj bên cem hev?” Dîsa bûn kom bi rastî karekî cidî ye, lewra fikra hevbeş a 6-7 kesan hinekî zehmet e, lê dema serkeftin çêbe dibe hêzekî mezin. Agirê Jiyan yek ji mînakên xweş ê vê ye. Me ev serdem di nava xwe de nîqaş kir. Paşê me ev biryar da û me dest bi xebatên xwe kir.
Alî Geçîmlî: Dema em li îro binêrin, berhemên rojane derdikevin holê. Mirov êdî ji gotina Kurdistanê ditirsin û dest bi gotina "Welat" kirine. Me di salên 90'î de ev stran bêyî ku em bitirsin çêkirin. Niha em hatine salên 2000'î, huner bi tirs tê kirin. Huner tirsê nas nake. Huner sînoran nas nake. Divê hunermend jî kesên wisa bin ku derdora xwe û jiyana gelê xwe bînin ziman, baş çavdêriyê bikin û hunera xwe bi vî rengî îfade bikin. Heke tu ji gelê xwe qut bî û rewşa gelê xwe nizanibî, tu yê hunerekî rojane bikî. Îro me hunermendên ku di medyaya civakî de gihîştine mîlyonek, 2 mîlyon an 10 mîlyonî dîtin. Vê yekê em matmayî kirin. Me got, "Ev nabe. Wekî xwediyên rastîn ên huner û dikê em werin cem hev" û em hatin cem hev. Nexwe paşeroja me di warê çandî de dê bi rastî bê jehrîkirin. Ji ber wê, ji bo ku em hinekî pêşiya vê jehrîbûnê bigirin, em dîsa hatin cem hev.
Şener Yildiz: Ez hinekî di warê teknîkî de binirxînim. Zarokek mezin dibe û diçe dibistanê. Piştre ji dibistanê mezûn dibe û ji bo xwe li rêyekê digere. Ji bo me NÇM an jî Agirê Jiyan bû dibistanek. Me xwe di nava wê dibistanê de pêş xist. Me perwerdehiya xwe temam kir. Tiştê nexweş, belkî ne nexweş be jî lê ji ber ku ji bo Kurdan bi giştî wiha ye ez wisa dibêjim; mirov neçar man koç bikin. Neçar man welatê xwe biterikînin. Bi taybetî hunermend di rewşekî dijwar de man. Em çûn derve û me li wir xebatên xwe bi serê xwe jî domandin. Sedema hatina me ya cem hev belkî herî dawî hatina Alî ya wir bû. Ji ber ku me nekarî vegerin welat, Alî bi malbata xwe re hat wir û bi cih bû. Lewma binesaziya hatina me ya cem hev ava bû. Ev ne mecbûriyetek an jî daxwazeke zêde bû. Lê wekî dibêjin; “av diherike û rêya xwe dibîne.” Ji ber wê hatinekê cem hev a xwezayî heye. Em ne li dijî derketinên kesane ne. Ne tenê em, komên din jî heman çarenûs şopandin. Koma Amed jî li vir bi gelê Amedê re hat cem hev. Hestek xweş e, sêwirandinekê xweş e. Hestên salên 90'î îro dubare bûn. Bi coşa gel re bû yekparçe. Nexwe çima li cem me nebe? Daxwazek hebû, em li dora wê daxwazê bûn yek. Îro em li vir in û ev ji bo me kêliyekê birûmet û serbilindiyê ye…
Ji bo me NÇM an jî Agirê Jiyan bû dibistanek. Me xwe di nava wê dibistanê de pêş xist. Me perwerdehiya xwe temam kir. Tiştê nexweş, mirov neçar man koç bikin. Neçar man welatê xwe biterikînin.
Di wê serdemê de yek ji albûmên we yên pêşîn "Adarê" bû. Stranê "Adarê" yê di albûmê de bi salan e di Newrozan de tê guhdarîkirin. We çima xwest navê albûma we ya yekem bibe Adarê?
Alî Geçîmlî: Meha Adarê ji bo Kurdan mehekê pir girîng e. Meha Adarê di heman demê de hatina biharê ye û serdemekê ku Kurd serhildan, berxwedan û têkoşîna xwe nîşan didin. Gotinên vê stranê yên hevalê me Mahmût Yamalak in. Mahmût Yamalak, dema me di salên 90'î de kom ava kir, em ferq kirin. Bi me re xebatên xwe domandin. Piştre besteyên Adarê, Dîlan, Verne Şer da me. Me jî tiştên ji xwe tevlî strana Adarê kir û me aranje kir. Şener întroyên wê çêkir. Malika 2’eyemîn û 3’eyemîn ne wisa bûn. Wê demê hevalê me Welat tevlî komê bûbû. Ji ber ku ji aliyê wateyê li hev nedihat, wî gotinên malika 2’eyemîn û 3’eyemîn guhert. Helbet me texmîn nedikir ku albûma Adarê dê ewqas bifiroşe û bigihîje girseyan. Lê hem naveroka stranan hem jî bîranîna êşên gel û ruhê serdemê, mohra xwe li wê demê xist. Albûmeke ku di dilê mirovan de cîhekî mezin girt bû û xwedîderketinek zede çêbû. Vê yekê serbilindiyekê mezin da me û baweriya me ya bi xwe zêdetir kir.
Bê guman strana Rehşan a ku we ji bo bîranîna Rehşan Demîrel a ku di Newroza 1992'yan de li dijî zext û qedexeyan laşê xwe kir agirê Newrozê stiriye jî, di bîra Kurdan de xwedî cihekî giring e. Îro carekî din li Amedê stirîna vê stranê çi hîsê dide we?
Şener Yildiz: Rehşan berhema hevalê me Mehmet bû. Me berhema wî nirxand. Mixabin em xemgîn in lê vejîna Kurdan bi vî rengî pêk tê. Dîroka xwe ji nû ve bi vî rengî dinivîsin. Me jî wekî bersiv berhema hevalê xwe kire nava albûmê. Me hestên xwe bi Adarê û Rehşanê anîn ziman. Îro jî em ê li Newroza Amedê bi ruhê 92'yan vê bistrên. Lewra dîrok û vejîna Kurdan ev e... Em nikarin vê kêm bihêlin. Agirê Jiyan ev e. Lewma em ê berhemên xwe bi gelê xwe re bistrên û dîroka xwe carekî din ji nû ve binivîsin.
Îro jî em ê li Newroza Amedê bi ruhê 92'yan vê bistrên. Lewra dîrok û vejîna Kurdan ev e... Em nikarin vê kêm bihêlin. Agirê Jiyan ev e. Lewma em ê berhemên xwe bi gelê xwe re bistrên û dîroka xwe carekî din ji nû ve binivîsin.
Alî Geçîmlî: Em wekî gel berdelên pir mezin dan, êşên pir mezin kişandin. Rehşan bifikirin ku ciwanekê 17 salî bû. Çi xeyalên wê yên der barê jiyanê de hebûn. Lê mixabin em wekî gel her tim bi êrişên hêzên tarî re rû bi rû man, hatin qetilkirin, înkarkirin û bişaftin. Rehşanê jî wekî bertek li dijî van qetlîaman laşê xwe kire agirê Newrozê û got: “Hûn dikarin Newrozên me qedexe bikin, lê ger hewce bike em ê xwe bikin Newroz.” Dema mirov vê stranê bistrê, divê hunermend pêşî bi xwe hîs bike. Em bawer dikin ku me di melodî û şîroveya xwe de ev hîs kiriye. Ev stran ji sala 96’an ve ev 30 sal in li ser zimanan e, em bawer in ku gel ev qebûl kiriye. Ez bawer im em ê 30 salên din jî guhdariya van berheman bikin.
Di salên 90'î de ku we nû dest pê kiribû, hûn bi gelek zextan re rû bi rû man. Tê bîra we ku hûn çend caran hatin binçavkirin?
Alî Geçîmlî: Em pir hatin binçavkirin. Êdî hejmara wan nayê bîra min. Ewqas zêde hatim binaçavkirin ku, piştî demekê di serdegirtinên NÇM’ê de polîsan êdî nasname nedixwestin, digotin “Alî em te nas dikin, tu were.” Carekê ser NÇM’ê de girtin. Hevalên me yên şanoger ji bo lîstikekê çekên ji dar çêkiribûn. Polîsan dipirsî “Ev çi ne?”. Di çapemeniyê de nûçe derketin ku "çek hatin dîtin", lêbelê çekên darîn bûn. Carekê jî tiştekî ku li ser "Kurdistan" nivîsandî dîtin. Polîs pirsî: “Kurdistan li ku derê ye?”. Min got: “Ma tu nizanî, dema mirov dikeve Iraqê li wir dinivîse: ‘Welcome to Kurdistan’.” Polîs li min nêrî û got: “Tu yan pir zîrek î yan jî pir bêaqil î.” Piştre em binçav kirin, got “Nexwe Kurdistan li wir e ha” û li wir me gelek lêdan û îşkence dîtin.
Hûn di Newroza 2003’yan de li Amedê bûn. Piştî 23 salan carekê din derketina ser dikê li Newroza Amedê çi hîsê dide we?
Alî Geçîmlî: Newroz li Mezopotamyayê ji bo gelên cuda xwedî wateyên cuda ye, lê ji bo me Kurdan pêşî berxwedana Kawayan, Mazlûman, Zekiyan û Rehşanan tîne bîra me. Berî 23 salan dema em hatin Amedê, qad tije bû. Em hêj ciwan bûn. Wê demê ez bi coşekî mezin distriyam. Lewra hîskirina wê girseyê mirov pir kelecanî dike. Ez bawer im ez ê dîsa bi heman hest û coşê bistrêm.
Amed Tabar: Hatina min a Amedê hinekî bi derengî ket. Niha hatina li kolanên Amedê, kelecanekî mezin dide min. Dema me cara yekem li Harbiyeyê konser da, destên min dilerizîn. Ez difikirim ku li Newroza Amedê jî ez ê heman tiştî hîs bikim. Li pêşberî mîlyonan mirov, bi vî rengî bêhnstandin rûmetek e.
Şener Yildiz: Ew hest ji bo me ne tiştekî nû ye, her cara em derdikevin ser dikê em wekî cara yekem kelecanî dibin. Îro mirov dîsa strana Rehşanê parve dikin. Stirîna strana Adarê û ya Newrozê li Amedê hestekî pir taybet e.
Li Tirkiyeyê pêvajoyekê aştî û civaka demokratîk berdewam dike. Di çareseriya pirsgrêka Kurd de çi rol dikeve ser milê hunermendan?
Amed Tabar: Ev rewşa îro ne bi serê xwe çêbûye. Ji bo vê şerên mezin, kedên mezin û têkoşîn hatin dayîn. Hewldanên hunermendan jî pir bûn, Agirê Jiyan yek ji wan e. Alî behsa salên 90’î kir, polîsan em dişopandin û me di bin siya çekan de konser didan. Hatina me ya Newroza Amedê nîşaneya wê yekê ye ku em piştgirê vê pêvajoya aştiyê ne û em ji bo vê her tiştî didin ber çavên xwe.
Hatina Agirê Jiyan a Newroza Amedê nîşaneya wê yekê ye ku em wekî kom, nîşaneya wê yekê ye ku em piştgirê vê pêvajoya aştiyê ne û em ji bo vê her tiştî didin ber çavên xwe.
Alî Geçîmlî: Me her tim xwest em tenê behsa hunera xwe bikin, lê wekî Kurd em neçar man bibin siyasetmedar, rojnamevan, aborînas û şanoger jî. Me her tim aştiyekî birûmet û jiyanekê wekhev xwest. Merivên ku me di stranan de behsa wan kir, jiyana xwe di vê rêyê de dan. Îro jî em ê aştiyê bînin ziman. Aştî ji şer dijwartir e, lewra hêzên tarî dê bixwazin aştiyê sabote bikin. Lê em Kurd ji dîrokê fêr bûne, me siyasetên wiha gelek dît. Ez bawer im aliyê hember jî dest wergirtibin. Ên zext û zilm kirin ji aliyê aborî û siyasî ve gelek tişt winda kirin. Şer tu carî bi kesê nade qezenckirin.
Şener Yildiz: Divê civak werin cem hev û hev hembêz bikin. Em naxwazin şer her tim berdewam bike. Erka me hunermendan ew e ku em zimanê diyalog û aştiyê derxin pêş. Ez dibînim ku dengê aştiyê bilind dibe û ev ji bo her kesî hêvî ye.
Gelo xebatên nû yên Agirê Jiyan hene? Surprîzek li benda guhdarên we heye?
Alî Geçîmlî: Belê, xebatên me yên nû hene. Me ji bo Amedsporê berhemek amade kir û me li wir pêşkêş kir. Herwiha ji bo 21’ê Adarê, Newrozê jî amadekariyekî me heye. Van her du besteyan hevalê me Amed Tabar çêkirin. Belkî ne wekî albûm be, lê em ê berhemên xwe yek bi yek bi gelê xwe re parve bikin.
Me berhemek ji bo Amedsporê çêkir. Herwiha ji bo Newrozê jî amadekariya me heye. Van her du besteyan hevalê me Amed Tabar çêkirin.
Banga we ji bo Newrozê çi ye?
Amed Tabar: Newroz ji bo koma me pir girîng e. Em li benda hemû gelê xwe ne. Werin em piştî salên dirêj, Newrozê bi hev re bi Agirê Jiyan re pîroz bikin.
Alî Geçîmlî: Ez bawer im gelê Amedê dê xwedî li Newroz, berxwedan, stran û azadiya xwe derkeve. Em li benda we ne ku em bi hev re stranên xwe bistrên.
DER BARÊ AGIRÊ JIYAN DE
Di sala 1990’î de ji aliyê Naîl Yurtsever, Alî Geçîmlî û Şener Yildiz ve bi navê "Koma Çepexçûr" hat avakirin. Di sala 1992’yan de tevlî NÇM’ê bûn û navê xwe wekî Koma Agirê Jiyan guhertin. Komê heta niha 4 albûm derxistine: Adarê (1996), Hêlîn (1999), De Were (2006), Aştî (2014). Kom di sala 2018’an de belav bû, lê di sala 2025’an de biryara hatina cem hev dan û niha wekî Agirê Jiyan xebatên xwe didomînin.
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel - Bêrîvan Altan