Lîteratura hiqûqê ya bi Kurdî çêdikin

Parve bike:

WAN- Komxebata "Maseya Nîqaşên Hiqûqî" ku ji hêla DADSAZ'ê ve tê li dar xistin, hewl dide bi beşdariya parêzer û pisporên hiqûqê lîteratura hiqûqa bi Kurdî bê pêş bixe. Armanca xebatê ew e ku termên hiqûqê werin çêkirin û rêbernameyek qanûnî ya Kurdî bê afirandin.

 
Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) ku li Wanê kar dike, projeyeke berfireh û domdar pêk tîne û xebateke berfireh daye pêşiya xwe. DADSAZ ku nêzîkî heft meh in bi 27 rûniştinan "Maseya Nîqaşên Hiqûqî ya Kurdî" li dar dixe, bi komxebatên birêkûpêk ji hêla tîmeke parêzer û pisporên hiqûqê ve dixebite. Ev komxebat ku heftê carekê tê lidarxistin, ne tenê li ser mijarên hiqûqî, di heman demê de nirxandinên berfireh ên li ser ka zimanê hiqûqî yê Kurdî çawa dikare were avakirin, koka dîrokî ya şertên hiqûqî û rêbazên afirandina têgehên nû jî pêşkêş dike. Xebat di çarçoveyeke akademîk de tê meşandin ku armanca wê têgehên nû ji hiqûqa bi Kurdî re peyda bike. 
 
Xwendekarên hiqûqê ji bajarên cuda, bi taybetî ji Stenbol, Amed û Mêrdînê beşdarî pêvajoyê dibin. Ev yek toreke berfireh a beşdarbûnê bi xwe re tîne û bandora xebatê berfireh dike. Armanca vê hewldana kolektîf ew e ku termînolojiya hiqûqê ya bi Kurdî dewlemend bike û têgehên hiqûqê yên nû pêş bixe. Bi zanîna berhevkirî, armanca ew e ku rêbernameyeke hiqûqö ya berfireh û çavkaniyeke referansê ji bo zimanê Kurdî di pêşerojê de were afirandin.
 
Sekreterê DADSAZ'ê parêzer Veysi Atay têkildarî komxebata "Maseyên Nîqaşên Hiqûqê ya Kurdî" û li ser girîngiya hiqûqa bı Kurdî nirxandin kirin.
 
MASEYA HIQÛQA KURDÎ
 
Atay diyar kir ku armanca sereke ya komxebata "Maseya Nîqaşên Hiqûqê ya Kurdî" ku ji bo pêşxistina hiqûqa bı Kurdî hatiye destpêkirin, ew e ku di çarçoveya hiqûqa Kurdî de li ser mijarên hiqûqî nîqaş bikin û termînolojiyê di vî warî de baştir bikin û wiha axivî: "Maseyên Nîqaşên Hiqûqê ev 6-7 meh in dest pê kirine. Li ser mijarên hiqûqê bi lîteratûra Kurdî, bi zimanê Kurdî, bi parêzaran re em çêdikin. Di van 6-7 mehan de em bi kesên ku endamên saziyên e, kesên hiqûqnas û parêzeran re nîqaşên hiqûqê dikin. Armanca maseya nîqaşên hiqûqê ew e ku van mijarên hiqûqê li gorî lîteratûra Kurdî, bi zimanê Kurdî nîqaş bike û bi Kurdî lîteratura hîqûqê pêşve bibin. Armanca me ya sereke ev e. Dema ku me dest bi maseya nîqaşên Kurdî kirin me di serî de mijarên xwe diyar kiribûn. Di destpêkê de me bi mijara mafê mirovan dest pê kir. Em niha jî bi mijarên cuda xebata xwe berdewam dikin. Li gorî rojevê rojane mijarên xwe lê zêde dikin. Em her hefteyê kesê ku mijarê vedibêje diyar dikin. Ev kes jî li ser wê mijarê lêkolîn dikin, xebatê dikin. Kesên ku beşdarî wê xebatê dibin organîze dikin û moderatoriyê dikin. Hefteyek pêşiya wê em wê mijarê diyar dikin û li ser hesabên xwe yên medyaya sanal û komên xwe xwe parve dikin. Hem kesên ku dixwazin beşdar bibin tên û hem jî em li ser vê mijarê berfirehtir her hefte roja Çarşemê mijarên berfirehtir nîqaş dikin. Dema ku em vê xebata maseya nîqaşên hiqûqê dikin, ew xebatên heta niha hatine kirin têgehên têkildarî wê mijarê çi ne, em li ser wê xebatê dikin. Kesên ku dixwazin beşdarî wê xebatê bibin bi wan re parve dikin. Û di wê mijarê de kîjan têgeh hene, çawa tên bikaranîn, pênaseya wê çi ye, Kurdiya wê çi ye li ser vê yekê nîqaşên xwe berfireh dikin. Ew têgeh di nav parêzer û hiqûqnasan de berfirehtir cih digire. Ku em bizanibin kîjan têgeh çawa tê bikaranîn û di zimanekî din de werger dikin ku wateya wê çiye û da ku bizanibin bi Kurdî çawa bi kar bînin, li ser vê yekê em nîqaşan dikin." 
 
XWENDEKAR JÎ TEV LI XEBATÊ DIBIN
 
Parezer Atay destnîşan kir ku xebata wan tenê bi endaman ve sînordar nîne û diyar kir ku her kesê ku bi xebata li ser hiqûqa Kurdî re eleqedar dibe dikare beşdarî xebatan bibe. Atay, her wiha diyar kir ku xwendekarên hiqûqê beşdarî xebatan dibin û wiha domand: "Endamên DADSAZ'ê bi giştî ji parêzer û hiqûqnasan pêk tê. Di rêziknameya me de kî bibe endamê DADSAZ'ê divê ku parêzer yan jî hiqûqnas be. Lê xebatên me ne wisa nin. Kesê ku bixwaze li ser lîteratura Kurdî xebatekî bike û vê xebata xwe kûrtir û berfirehtir bike dikare beşdarî xebatên me bibe. Mînak, dema ku behsa mafê mirovan dikin, saziyên ku li ser vê mijarê xebatan dikin, endamên wan, xebatkarê wan yan jî kesên ku dixwazin li ser vê mijarê xwedî zanist bin dikarin wê hefteyê beşdarî xebatên me bibin. Di lîteratûra hiqûqê de zimanê Kurdî, têgehên di wê mijarê de çi ne, çawa tên bikaranîn li ser vê yekê dikarin beşdarî xebatan bibin û di civînê de cih bigirin. Di heman demê de xwendekarên hiqûqê jî dikarin bibin endamên me. Ji xwe ew jî hiqûqnas yan jî parêzer in. Ew kes jî dikarin tevlî xebatên me bibin. Ji bo perwerdehiya wan kesan, ji bo ku di zanîngehan de lîteratûra hiqûqê pêşve bibin, têkiliyên me û zanîngehan û xwendekaran jî heye û pêş dikeve. Em ji bo wan perwerdehiyên online jî dikin. Tenê yek kêmasiya me heye ku ew jî di zanîngeha Wanê de fakulteya hiqûqê tune ye. Ji ber wê yekê xwendekarên endamên DADSAZ'ê gelemperî ji derve ne. Ji Amedê, Mêrdînê, Stenbolê hene. Xwendekar tev ji derve ne û ji ber vê yekê jî bi awayekî çalak tevlîbûna wan pîçekî zehmet e. Tevlibûna wan li ser zoom online beşdar dibin. Maseya nîqaşên hiqûqa Kurdî hem rû bi rû ye û hem jî online. Endamên me yên derve ku dixwazin tevlî bibin em lînka zoomê jê re dişinin û ew jî tevlî me dibin."
 
DI KURDÎ DE CARA EWIL: HIQÛQA KURDÎ
 
Atay bi bîr xist ku Celadet Bedirxan lêkolîneke girîng li ser zimanê Kurdî û alfabeya Latînî kiriye û diyar kir ku ev lêkolîn ji aliyê zimannasî ve xwedî nirxeke mezin e, lê heta îro xebateke berfireh a bi vî rengî di warê hiqûqê de nehatiye çêkirin. Atay destnîşan kir ku heta niha di warê hiqûqa Kurdî de bi piranî lêkolînên ferhengî hatine kirin û ev xebata wan ya yekemîn e û got: "Lîtaretura hiqûqa Kurdî bi zimanê Kurdî tiştekî nû ye. Celaddet Bedirxan 60 sal beriya niha li ser zimanê Kurdî û tîpên latinî xebatek kiribû. Ev xebateke pir hêja bû. Lêbelê li ser hiqûqa Kurdî heta niha xebateke wiha nehatiye kirin. Ji van tenê xebatên ferhengsaziyê hatine kirin. Bi zimanê din re ev xebat hatine kirin. Lê ev ne xebatên pir berfireh in. Niha ev 10 sal in di bin Weqfa Mezopotamyayê de komxebateke wiha hatiye kirin ku li ser van têgehan xebatek tê kirin û DADSAZ li ser van xebatan xebatên xwe didomîne. Em xebatên ku hatine kirin, têgehên ku hatine nivîsandin, gotarên ku hatine nivîsandin em li ser van xebatên xwe dikin. Dixwazin ku ev xebat di nava civatê de berfirehtir bibin da ku Kurdê ku dibêje 'ez Kurd im' bikaribe bi zimanê xwe daxwaznameyekê amade bike, bikaribe bi zimanê xwe xwe biparêze."
 
JI QANÛNÊN YÊN BERÊ BER BI ŞERTÊN QANÛNÎ YÊN NÛJEN VE
 
Atay diyar kir ku Kurd, mîna civakên din, xwedî mafên bingehîn in, lê ew ji ber sedemên curbicur di bikaranîna van mafan de rastî astengiyan tên û got: "Di Maseya Nîqaşên Hiqûqê de yek ji mijara me ew e ku mafên mirovan çi ne, Kurd jî wekî netewên din xwedî maf in ku ji wan mafan sûd digirin. Lê mixabin Kurd li her çar perçeyan hatine astengkirin, nikarin xwe bi zimanê xwe biparêzin. Mînak, bi zimanê xwe nikare xwe biparêze, nikare perwerdehiyê bibîne. Em dema ku di maseya nîqaşên hiqûqê de nîqaşan dikin mijarên cuda dinirxînin. Mînak, welatîbûn çi ye, mafê wî/wê çi ne? Yan jî mafê zarokan çi ne, mafê jinan çi ne? Gelek mijarên me yên wiha ku em li ser nîqaş dikin hene. Em dema ku van nîqaş dikin, di heman demê de çîroka wê mijarê çi ye, dîroka wê çi ye, çawa di hiqûqa kevn da ber bi hiqûqa nûjen ve hatiye. Çawa di belgenameyên hiqûqî de cih girtine. Di van qanûnan de Kurd çiqas xwedî maf in? Em vê nîqaş dikin. Armanca me ev e; ne ku Kurd di dadgehan de rabin rasterast karibin bi Kurdî darazê bikin. Lê qet nebe di zimanê Kurdî de ew valahî heye. Kurd bila nebêje muwekîl, bila bibêje xwespê xwerû peyveke bi kurdî ye. Ev pêvajoya Civaka Aşitî û Demokratîk dê çawa pêş bikeve nizanîn lê hêvî dikin li gorî daxwazan bi serbikeve. Dema ku wisa bû û Kurd li gorî qanûn û mafê mirovan ku di nav belgenameyên navnetewî de cih girtiye xwedî wan mafan bin, qet nebe bi zimanê xwe xwe biparêzin, perwerdehiyê bibinin." 
 
'KURDÎ GIHÎŞTIYE WÊ ASTÊ'
 
Atay bi lêv kir ku civak ji hêla pergaleke taybetî ve tên birêvebirin û ev pergal li ser bingeha hiqûqê hatiye avakirin û got ku ji ber vê yekê, divê Kurd û parêzerên Kurd di vî warî de bêtirîn bixebitin û got: "Siyasetmedareke Tirk di demeke nêz de got,'heke ku em xweseriyeke bidin Kurdan ma Kurd dikarin qanûnekê derbixînin, dikarin rêziknameyekê derbixînin? Ji xwe zimanekî wan yê wisa tune ye' ew kes dibe ku ji vî tiştî bawer dike, lê xebata ku DADSAZ dike pêşiya vê rexneyê digire û nişan dide ku pir hêsan dikare qanûnekê bi zimanê Kurdî derxîne. Ew belgename û qanûnên navnetewî jî pir hêsanî dikarin wergerî zimanê xwe bikin, zimanê Kurdî gihiştiye wê astê. Ev ne tenê xebata DADSAZ'ê ye lêbelê xebateke gelek mezin daye û dide meşandin. Ev pêvajo bigihîje armanca xwe em bawer dikin ku sedî sed Kurd dikarin di wê hêlê de xebat bikin, niha tu astengî ninin. Dibe ku parêzer û hiqûqnasên me ewqasî nepijiyabin, lê Kurdî niha di wê astê de ye ku em rêzikname, qanûn û belgenameyên Kurdî binivîsin. Armanca me ew e ku Kurd bi zimanê xwe pêşve bikevin. Dema ku me destpêkir em ne di wê astê de bûn û niha jî dibe ew asta ku em dixwazin hê em negihiştin wê astê. Lê qet nebe em xwe pêş dibin û xebat dikin. Mijarên hiqûqî û meseleyên hiqûqî siyaset jî, civak jî, wêje jî her tişt girêdahî hiqûqê ye. Civak bi pergalekê bi rê ve diçe, ew pergal jî bi hiqûqê tê avakirin. Ango bingeha her tiştî hiqûq e. Ji ber wê divê kurd û parêzerên Kurd bi rojane xwe di vê hêlê de pêşve bibin." 
 
MA / Zeynep Durgut