Li Rihayê kargehên Kurdî: Bila xeyalên me nîvco nemînin

Parve bike:

RIHA -  Komeleya Zimanger, piştî 10 salan kargehên zimanê Kurdî vekir. Mamoste Mehmet Yildiz got: "Dema ku em baş bi zimanê xwe yê dayikê nizanibin, têkiliya me ya bi rabirdûya me re qut dibe. Xeyalên me bi xwe jî nîvco dimînin." 

 
Li Rihayê ku yek ji bajarên herî zêde ji polîtîkayên zextê yên li dijî ziman û çanda Kurdî bandor bûye, atolyeyên zimanê Kurdî piştî navbereke 10 salan ji nû ve hatin vekirin. Piştî girtina Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger ku perwerdehiya zimanê Kurdî dida, bi biryarnameyên di sala 2016'an de, demeke dirêj li bajêr li ser zimanê Kurdî û çanda Kurdî tu xebat nehatin kirin. Komeleya Lêkolînên Zimanê Kurdî ya Zimangerê ku di Kanûna 2025'an de hat damezrandin, piştî navbereke dirêj niha kargehên xwe yên yekem vekir.
 
‘BERXWEDANA LI DIJÎ BIŞAFTINÊ'
 
Hevserokê Komeleya Zimanger Osman Îzgor, der barê kargehên ziman ên ku wan dane destpêkirin de agahî da. Îzgor diyar kir ku zimanê Kurdî di bin gefeke mezin de ye û bi bîr xist ku ji damezrandina Komarê vir ve, her tim zext û astengî li ser zimanê Kurdî hebûne. Îzgor destnîşan kir ku tevî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê jî, gelê Kurd bi xebatên xwe yên devkî û nivîskî di çand, huner, wêje û jiyana rojane de li dijî asîmîlasyonê li ber xwe daye.
 
Îzgor bilêv kir ku demeke dirêj e li Rihayê xebatên zimanê Kurdî nehatine kirin û got: "Me dixwest em ji bo zimanê xwe bixebitin. Li Rihayê di vî warî de valahiyeke mezin hebû. Me komeleya xwe vekir da ku li gorî daxwaz û pêdiviyên gelê xwe bixebite. Dibe ku em tenê bi komeleyekê nikaribin li dijî asîmîlasyonê bisekinin, lê bi kêmanî em dikarin zimanê gel û çanda gel di bîra wan de zindî bihêlin. Em dikarin xebata xwe bidomînin da ku civak nirxên xwe ji bîr neke. Ev berxwedanek e, berxwedanek li dijî bişaftinê ye."
 
JI 7 SALIYAN HETA 70 SALIYAN
 
Îzgor destnîşan kir ku dema vegotinên li ser dîroka ziman û çanda Kurdî ji kesên ku tên Komeleya Zimanger re tên pêşkêşkirin, mirov matmayî dimînin û got: "Yên herî matmayî Kurd bi xwe ne. Ji ber ku ew asîmîle bûne û ji dîroka ziman û çanda xwe dûr ketine. Em hewl didin ku rastiya zimanê Kurdî yê qedexekirî vejînin."
 
Îzgor diyar kir ku li Rihayê zaravayên Kurmancî û Dimilî yên Kurdî tên bikaranîn û zaravayê Kurmancî li navenda bajêr bêtir tê bikaranîn. Îzgor anî ziman ku wan kargehên xwe bi zaravayê Kurmancî dane destpêkirin û got: "Eleqeyeke mezin ji bo atolyeyên me heye. Xwendekarên me ji gelek temanan hene, ji 7 saliyan heta 70 saliyan. Mirovên ji gelek pîşeyan wek parêzer, mamoste, esnaf, teqawîdbûyî û jin tên vir. Hin ji wan zimanê xwe yê dayikê ji sifirê fêr dibin, hinên din jî tên da ku rêzimanê fêr bibin. Ji bo mezinan, em kargeha xwe ya asta yekem di du dersan de pêşkêş dikin. Her wiha ji bo zarokan kargehên dawiya hefteyê yên du saetan hene. Li vir, em perwerdehiya bingehîn a Kurdî didin mirovan. Dîsa, li gorî daxwazê, em ê ji bo zaravayên din ên Kurdî kargehan bidin destpêkirin. Em hêvî dikin ku gelê me girîngiyeke mezintir bide zimanê xwe yê dayikê û werin û beşdarî kargehên me bibin."
 
'ZIMANÊ DAYIKÊ HEBÛNA NETEWEYÎ YE'
 
Ji mamosteyên komeleyê Mehmet Yildiz jî diyar kir ku zimanê dayikê bingeha hebûna neteweyekê ye û ew ji bo pêşîgirtina li windabûna wê têdikoşin. Yildiz got: "Mirov bi rêya zimanê xwe rabirdû, hest û çanda xwe digihînin îro û pêşerojê. Rabirdûya me Kurdî ye. Dema ku em baş bi zimanê xwe yê dayikê nizanibin, têkiliya me ya bi rabirdûya me re qut dibe. Xeyalên me bi xwe jî nîvco dimînin. Ji ber vê yekê, divê em zimanê xwe biparêzin da ku ew zindî bimîne û pêşî li jibîrkirinê bigire. Divê em li hember hemû zext û astengiyan li ber xwe bidin û zimanê xwe biparêzin."
 
'ARMANC BERBELAVKIRINA ZIMANÊ DAYIKÊ YE'
 
Yildiz anî ziman ku armanca kesên ku beşdarî atolyeyên zimanê Kurdî dibin ne tenê fêrbûna ziman e, di heman demê de populerkirina wê jî ye û got: "Gelek kes ji pîşeyên cuda tên vir. Hemû karên wan cuda ne, lê armancên wan yek in. Ew tên ku ziman û çanda Kurdî fêr bibin û populer bikin. Ji bo ku em zimanê xwe yê dayikê veguhêzin siberojê, divê em zimanê xwe fêr bibin û berbelav bikin. Divê hemû gelê me bi vê hesasiyetê nêzî vê yekê bibe." 
 
Yildiz bang li welatiyan kir ku beşdarî kargehên zimanê Kurdî bibin.
 
MA / Omer Akin