Adîmanê ku li girtîgehê 11 pirtûkên Kurdî nivîsî: Ziman tune be hebûn jî tune ye

Parve bike:
DÎLOK - Hamît Adîmanê ku dema hatibû girtin xwendin û nivîsandinê nezanîbû, piştî 30 salan bi 11 pirtûkên Kurdî ji girtîgehê derket, têkildarî 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî got: "Ziman nasnameya neteweyekê ye, hebûn tune be ziman tune ye, ziman tune be hebûn jî tune ye."
 
Hamît Adîman ku di sala 1994’an de li Mersînê hatibû binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve cezayê muebetê lê hatibû birîn, piştî 30 salên girtîgehê di 8’ê Mijdara 2024’an de hat tehliyekirin. Adîman piştî sî salên ku li girtîgehên Mersîn, Konya, Dîlok û Şakranê hate ragirtin, hat tehliyekirin. Adîmanê ku dema hatibû girtin nizibû navê xwe jî binivisîne, lê piştî sî salan bi 11 pirtûkên ku bi zimanê xwe yê dayikê nivîsîne tehliye bû. Adiman bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji ajansa me re axivî û bal kişand ser girîngiya ziman a di têkoşîna hebûna gelan de.
 
ZIMAN BINGEHA HEBÛN Û NASNAMEYÊ YE
 
Adîman diyar kir ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, lê rasterast bi asta naskirina gelan a li cîhanê re têkildar e û ev tişt got: "Ziman nasnameya neteweyekê ye. Tê gotin ku 'Heke tu zimanê xwe nexwînî, tu li cîhanê nayê naskirin'. Ziman bingeha hebûnê ye, hebûn tune be ziman tune ye, ziman tune be hebûn jî tune ye. Ev her du bi girêkên bi hev ve girêdayî ne. Madem Kurd hene, nexwe divê zimanê wan jî hebe."
 
DENGBÊJÎ ARŞÎVA VEŞARTÎ YA DÎROKA KURDAN E
 
Adîman anî ziman ku di parastina dewlemendiya Kurdî de kevneşopiya dengbêjiyê roleke girîng dilîze û wiha pê de çû: "Zimanê Kurdî zimanekî pir dewlemend e. Dengbêj û kesayetên me ev ziman gihandin îro. Her dengbêjek bi rastî felsefeyek e, dîrokek e. Dîrok û zimanê Kurdan di nav wan stranan de veşartî ye. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd xwedî li dengbêj û klasîkên xwe derkeve. Her Kurdek, her kesê ku dibêje 'ez Kurd im' şopdarê vê mîratê ye. İdeolojî û fikir çi dibin bila bibin, divê di ziman de yekitî hebe. Neteweyek bi zimanê xwe tê naskirin. Dibe ku siyaset cuda bin lê dema mijar dibe ziman, nabe ku cudahî were kirin. Gelên din dema diçin derekî cîhanê jî zimanê xwe li her derê dinivîsin, tabelayên xwe dadiliqînin û xebatên lobiyê dikin. Pêdiviya Kurdan jî bi yekitiya ziman û avakirina lobiyên xwe heye da ku zimanê xwe li cîhanê belav bikin.  Êdî divê ronakbîrên Kurd bi Kurdî binivîsin, bi Kurdî bixwînin û bi vî awayî xizmeta neteweya xwe bikin.Têkoşîn çiqas bi hêz be, ziman jî ewqas azad dibe." 
 
‘DIVÊ EM TEKNOLOJIYÊ BIXIN XIZMETA ZIMAN’
 
Adîman bibîr xist ku kovara Hawar a ku di 15’ê Gulana 1932’yan de ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatibû derxistin, ji bo zimanê Kurdî mîladek e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Pîrozkirina cejna ziman divê tenê bi panelan sînordar nemîne. Divê ziman her roj bijî. Teknolojî ziman dihelîne, lê divê em teknolojiyê bixin xizmeta zimanê xwe. Divê her Kurdek li malê, li kolanê û li her derê bi zimanê xwe biaxive."
 
MA / Ekrem Tunçoglû