WAN - Ghotbedîn Sadeghî ku di şanoya Kurdî de kesayetekî girîng e, diyar kir ku Kurd weke gelekî hunermend tê nasîn û got: “Peywira hunermendên Kurd ne teqlîdkirina rojavayiyan e, erka wan ew e ku biafirînin û berhemeke xurt ji nifşê pêşerojê re bihêlin.”
Ghotbedîn Sadeghî yek jî kesên ku dema behsa şanoya Kurdî tê kirin tê bîra mirov e. Sadeghî li bajarê Sinê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye, derhênerê şanoyê, nivîskarê şanoyê û lîstikvanê fîlman e û her wiha perwerdekarê hunerê ye. Sadeghî, di heman demê de yek ji akademîsyenên pêşeng ên huner û çanda Kurdî ye. Di destpêka salên 1980'î de Koma Şanoya Honar damezrand ku yek ji komên şanoyê yên herî girîng û bi hêz ên hunerî li Îranê ye.
Sadeghî, di sala 1975'an de bawernameya xwe ya lîsansê ji Fakûlteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Tehranê wergirt. Wî di sala 1979'an de bawernameya xwe ya masterê di Hunerên Dramatîk de li Zanîngeha Sorbonneyê qedand û di sala 1985'an de ji heman zanîngehê doktora kir.
Sadeghî ku 40 salên emrê xwe daye şanoya Kurdî, heta niha 80 şano nivîsandiye û ji 60 lîstikan re jî derhênerî kiriye. Di demên dawî de lîstîka bi navê "Moraşîn" nivîsand û derhênerî kir û ev listîka ku li Amedê di mihrîcana şanoyê hate pêşandan, rastî eleqeyeke mezin hat.
'KURD WEKE GELEKE HUNERMEND TÊ NASÎN'
Sadeghî, destnîşan kir ku şano û sînemaya Kurdî di hemû waran de pêşketin bi dest xistine û yek ji van qadan jî rojhilatê Kurdistanê ye. Sadeghî, got: “Li hemû bajaran komeleyên şanogeriyê hatine avakirin. Li Merîwanê şanoyê kolana heye ku li hemû Asyayê di rêza yekem da cih digire. Li bajarê Seqizê jî festîvalek bi navê Festîvala Şanoya Kurdî tê lidarxistin ku deriyên wê ji bo hemû şanokarên Kurd ên hemû cihan vekiriye. Li Rojhilat festîvalên şanoyê komedî tê lidarxisin. Herwiha festîvala şanoya takekesî yan jî bi gotineke din monogram tê lidarxistin. Li Rojhilat, Zanîngeha Hunerê hatiye avakirin û tê da huner hezên Kurd perwerdeya şano, mûzîk, şêwekarî û hwd tê lidarxistin. Li welatê Îranê, Kurd zêdetir weke gelekî hunermend tên naskirin. Gelên din ên Îranê Kurdistanê wekî dergûşa hunerê dibînin. Gelek sînemakar, şanoger, nivîskar, helbestvan û mûzîkjenên gelek navdar li Rojhilat dijîn. Li wir in em ne tenê di hêla hunerên nû de pêşeng in, lê di heman demê da di warê hunera klasîk û kevnar da jî Kurdistan pêşeng e.”
‘ROJHILAT JI HUNERÊ RE PÊŞENGE’
Bi domdarî Sadeghî bi lêv kir ku Kurdistan ji hunera modern û ya kevnare re molavaniyê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurdistan ew cih e ku ayîn, dab û nerît û kevneşopiya govendê tê da hatiye parastin û di wî warî da jî dahênan cihêreng pêk hatine. Bo nimûne, di warê lidarxistin û birêvebirina cejna Newrozê da, tu herêmeke din a îranê nagihije siya Kurdistanê jî. Lewra cejna Newrozê li Kurdistanê gelek mezin û berbelav tê lidarxistin. Îcar ez dikarim bêjim ku em ne tenê di warê hunera modern de di asteke baş da ne, lê di heman demê de ji bo parastina huner û hêmanên çandî yên hezaran salan jî pêşeng in. "
'DIVÊ BERSIVA PÊDIVIYA ÎROYÎN BÊ DAYÎN'
Di berdewamê de Sadeghî bal kişand li ser rol û mîsyona huner û hunermendên Kurdan a li ser civakê û ev tişt anî ziman: “Karê ku divê hunermendên Kurd bikin ew e ku di pêngava yekem da rabirdû anku pêşeroja xwe baş bizane û nas bike. Dîroka gelê Kurd gelek dewlemend e. Gelê Kurd xwedî mîtolojiyeke pir dewlemend û bêhempa ye. Divê Hunermendê Kurd wê mîtolojî û pêşeroja dewlemend binase û her wiha nehêle ku ji nav biçe. Divê hunermendê Kurd bi awayekî metodolojîk wê nasînê pêk bîne û sinifandina wan daneyan bike. Di berdewamiyê de, erka sereke ya hunermendê Kurd ew e ku li ser bingeha wê xizîneya berhevkirî û sinifandî, afirîneriyê bike û berhemên nû biafirîne. Divê hunermendê Kurd, li ser bingeha wê xizîneyê bersiva pêdiviyên îroyîn yên gelê Kurd bide."
'DIVÊ HUNERMENDÊN KURD BÊNAVBER AFIRÎNER BIN’
Sadeghî, da zanîn ku pêdivî pê heye ku hunermendên Kurd di navbera pêşeroj û paşerojê bibin pireke hunerî û wiha domand:" Pêdiviya gel bi wan berheman heye. Divê valahiya heyî ya warê hunerê da bi wî awayî were dagirtin. Nabe em rê bidin kesên din wan valahiyan dagirin. Di wê çarçoveyê de mirov dikare bêje erka herî mezin a hunermendê Kurd afirînerî ye. Lê ew afirînerî divê li ser bingeha pêşerojê be û bersivek be ji bo pêdiviyên îroyîn yên gelê me. Her wiha tiştê ku gelek girîng e ew e ku divê hunermendê Kurd ji bo nifşên paşerojê wê xizîneya çandî û hunerî berfirehtir bike. Divê hunermendê Kurd bibe pirek di navbera nifşên beriya xwe û nifşên piştî xwe. Lewra jî divê bi awayekî berdewam di têkoşînê de be. Divê hunermendê Kurd bênavber afirîneriyê bike û ji bo dabînkirina pêdiviyên civaka xwe berhemên nû biafirîne. Nabe ku em bihêlin ezmûna me ya dîrokî di warê hunerê da li derekê bisekine û bi dawî bê. Divê em nîşanî çavên nifşên paşerojê bidin ka em xwedî çi kapasîte û zanisteke mezinin di warê hunerê de.”
'HEWCEYE EM XWE JI TEQLÎDÊ BIPARÊZIN'
Sadeghî, di dirêjiya axaftina xwe de bang li hunermendên Kurd kir û got: “Em emanetdarên rabirdûya xwe ne. Divê em li wê huner û çanda ku me di heyama 7 hezar salan da wekî mîrate ji pêşiyên xwe wergirtiye xwedî derkevin û wê bigihînin nifşên paşî xwe. Divê em tiştekî li wê çand û hunera ku gihîştiye destê me zêde bikin. Divê nifşê me bikare asta wê çand û hunerê hinekî din bilindtir bike û bi awayekî dewlemendtir radestî nifşên piştî xwe bike. Ev mezintirîn kar e ku em divê pêk bînin. Lê ji bo pêkanîna wî karî jî tenê rêyek me heye ku ew jî zêdekirina asta zanistê ye. Divê em xwe ji teqlîdê biparêzin. Nabe ku em berhemên rojava an rojhilatê cîhanê bi heman awayî lasayî bikîn."
MA / Zeynep Durgut