Ji Festîvala Munzurê bang kirin: Em xwedî li ziman, xweza û li baweriya xwe derkevin

Parve bike:

DÊRSIM - Welatiyên ku beşdarî Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê bûn, bal kişandin ser asimîlasyona çand û ziman û talana xwezayê.

 
Li Dêrsimê îsal bi dirûşma “Ji bo bîr û jiyana azad em xwedî li baweriya xwe derdikevin” 24’emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Munzurê tê lidarxistin. Welatiyên ku tevli fesîvalê bûn, bal kişandin ser giringiya têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî asimîlasyona çand û ziman û talana xwezayê.  
 
Dêrsimiyan bal kişandin ku Dêrsim bi xweza û taybetmendiya xwe tê bîra mirovan û bi polîtîkayên şerê taybet êrişek eşkere li ser ziman û çandê tê kirin û diyar kirin ku festîval ji armanca hevpar re xizmetê dike û ev tişt got: “Divê her kes li ziman, çand, xweza, bawerî û li xweza xwe û li festîvalê xwedî derkeve.”
 
Welatiyên ku ji bajarên din beşdar bûn kêfxweşiya xwe ya ji bo festîvalê anîn ziman.