Festîvala Munzurê bi beşdariya hezaran di roja 3’yemîn de berdewam dike

Parve bike:
DÊRSIM - Li Dêrsimê, di çarçoveya 24’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê bi beşdariya hezaran konser hat lidarxistin. 
 
Li Dêrsimê îsal bi dirûşma “Ji bo bîr û jiyana azad em xwedî li baweriya xwe derdikevin” 24’emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Munzurê tê lidarxistin. Festîval bi bername û çalakiyên cihêreng berdewam dike. Di roja 3’yemîn a festîvalê de li Stadyûma Ataturk a li Sihenkê konser hat lidarxistin. Konsera ku bi hezaran kes beşdar bûn, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari jî beşdar bû.
 
Di konserê de ewil Erdogan Emîr derket ser dikê. Piştre Grup Munzur derket ser dikê. Li ber stranan gel bi coş govend gerand. Dema Grup Munzur derket ser dikê  wêneyê Apê Mûsa li ser ekeranê hat nîşan dan. Piştre Mîkaîl Aslan û Tara Mamedova derketin ser dikê. 
 
Konser bi coşek mezin û bi govendê bi dawî bû.