Hunermendên ku tevli Festîvala Tatvanê bûn: Di pêvajoyê rola hunermendan mezin e

Parve bike:

BEDLÎS - Hunermend Mehmet Atli û Alî Jiyan ku di Festîvala Tatvanê de derketin ser dikê, diyar kirin ku ew dixwazin strana xwe êdî di mercên ku aştî tê de pêk hatibe de bistrên û destnîşan kirin ku di vê mijarê de rola hunermendan mezin e.

 
Li gelek bajêrên Kurdistanê festîvalên çand, siruşt û baweriyê tên lidarxistin. Di van festîvalan de mijarên ku herî zêde balkêş, li gel ziman û çandê, pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Îsal di "Festîvala Çand û Hunerê ya Tatvanê" ku cara 58'emîn li Tatvanê hat lidarxistin de jî mijara ku herî zêde hat ziman aştî bû.
 
Endamê Koma Agirê Jiyan Alî Jîyan û hunermend Mehmet Atli ku di festîvalê de derketin ser dikê, girîngiya festîvalan û pêvajoyê nirxandin.
 
 
LI DIJÎ ASIMÎLASYONÊ FESTÎVAL
 
Alî Jîyan diyar kir ku festîval bersiv in ji asimîlasyona çandî re û bi bîr xist ku bi milyonan Kurd li Tirkiyeyê dijîn. Jîyan anî ziman ku Kurd gelê esil ê vî welatî ne û dixwazin bi zimanê xwe bijîn û ev tişt got: "Çand û festîval jî gaveke vê yekê ne. Festîval di cihekî gelekî taybet de ye. Hunermend jî bi heman awayî. Ew hebûna ziman û çanda Kurdî nîşan didin. Piştî salên dirêj em wek Agirê Jiyan hatin cem hev û konseran didin. Ciwanên me stranên me yên salên 1990'î ji bîr nekirine. Bi stranên me mezin bûn û zarokên xwe mezin kirin. Em gelekî bi kelecan in. Kelecana me li ser her dikê xuyaye. Piştî 30 salî stranên me tên guhdarîkirin. Di paşerojê de jî em dixwazin stranên xwe zêde bikin. Em dixwazin biafirînin. Di demên me de kaset û CD hebûn. Niha merc hatine guhertin. Gihîştina her tiştî hêsantir bûye."
 
'DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE ROLA HUNERMENDAN MEZIN E'
 
Jîyan bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku nêzî du sal in berdewam dike û wiha axivî: "Em dixwazin gerîla neyên kuştin, leşker neyên kuştin û dayik negirîn. Xwîna me hemûyan sor e. Em hemû mirov in. Em ji dayikên xwe bûn, bi zimanê xwe ji dayik bûn. Her kes bi zimanê xwe tê nasîn. Em Kurd in. Welatê me, axa me Kurdistan e. Di pêvajoya aştiyê de em dixwazin ziman û çanda me bê nasîn. Pêvajoyeke dijwar e. Di vê pêvajoyê de rola hunermendan jî gelekî mezin e. Divê em bi stranên xwe yên aştî û biratiyê rola xwe bilîzin. Em dixwazin demokrasiyê pêk bînin. Ez bawer im ku banga me wê bersivê bibîne. Divê her kes ji bo aştiyê tiştê pêwîst bike û berpirsiyariyê li xwe bigire. Em ê bi stranên xwe û xebatên xwe piştgiriyê bidin banga aştiyê.”
 
 
'BILA ZEXT BI DAWÎ BIBIN'
 
Mehmet Atlİ jî bi bîr xist ku bi salan e li Kurdistanê zextên cihêreng tên sepandin û civak dixwaze êdî zext bi dawî bin û wiha axivî: "Civak dixwaze di jîngeheke bi aştî de çanda xwe bijî. Girîngiya festîvalan jî di mijarê de careke din derdikeve holê. Ji bo ku mirovên me werin cem hev, suhbet bikin, piştevaniyê bikin û ji bo ku zimanê me bijî festîval girîng û pêwîst in. Rêveberiyên xwecîhî di vê mijarê de hewl didin tiştê dikeve ser milê wan bikin. Em jî wek hunermend hewl didin alîkariya ji destê me tê pêşkêş bikin. Em hewl didin ku di van festîvalan de bi guhdarên xwe re bibin yek. Îro em li Tatvanê ne.Êvareke xweş e. Li Tatvanê, li dora golê gelê me civiyaye û tevli muzîka me dibe. Êdî bila rê li ber muzîka me û zimanê me bê vekirin. Ez spasiya gelê Tatvanê dikim. Divê festîval berdewam bikin. Bi ya min, divê êdî astengî dernekevin pêşiya wan."
 
MA / Can Kirbaş