STENBOL - Delal Gunel a ku ji ber neebûna xizmeta bi Kurdî nekaribû karta xwe ya ÎETT’ê ya windabûyî bide betalkirin, her çend bi têkoşîneke hevpar tevkariyê li zêdekirina Kurdî ji bo ALO 153’yê kiribe jî, dixwaze zimanê wê yê dayikê di hemû saziyan de bê bikaranîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB), di 31’ê Tîrmehê de zaravayê Kurmancî yê Kurdî jî li sepana xizmetên pirzimanî zêde kir. Navenda Çareseriyê ALO 153 ku di bin banê Serokatiya Daîreya Têkiliyên bi Gel re ya ÎBB’ê de dixebite, berê bi zimanên Tirkî, Îngilîzî û Erebî xizmet dida, lê cih nedabû Kurdî.
Yek ji kesên ku ji bo zêdekirina Kurdî li ALO 153’yê têkoşiya jî Delal Gunel (76) e ku di sala 1992’yan de ji ber zextan ji Mêrdînê koç kiribû û li Manîsa, Edene û herî dawî li Stenbolê bi cih bûbû. Delal Gunel ku ji bo biçê nexweşxaneyekê ji malbata xwe ya li navçeya Kagithane ya Stenbolê derketibû, di Îlona 2025’an de karta xwe ya Şîrketa Otobus, Tramvay û Tunelê ya Stenbolê (ÎETT) winda kir. Li ser vê yekê keça Delal Gunel, Ayten Esen ku telefonî ALO 153’yê kir, nûnerê mişteriyan got: “Pêwîst e em bi xwediyê kartê re biaxivin” û agahî neda.
Piştre Delal Gunel û keça wê Ayten Esen, li endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (İBB) ku di çarçoveya “Peymana Bajêr” de hatibûn hilbijartin geriyan û rewş jê re ragihandin. Delal Gunel û keça wê Ayten Esen, tiştên ku di vê pêvajoyê de jiyane ji ajansa me re vegotin.
Delal Gunel a ku karta xwe winda kiribû, got: “Dema keça min telefonî 153’yê kir, nûnerê mişteriyan ê li wir gotiye ku divê xwediyê kartê biaxive. Ez bi Tirkî nizanim, zimanê min Kurdî ye. Tevî ku me ragihand jî, ji ber ku nekarîn bi min re biaxivin kart betal nekirin. Piştre ji ber ku kesekî din karta min bikar anî, cezayê 28 hezar lîreyî li min birîn. Piştî 3 mehan li xeletiya xwe mikur hatin, cezayê min betal kirin û karta min dîsa ji min re şandin.”
KURDÎ DIVÊ DI HEMÛ QADAN DE HEBE
Delal Gunelê diyar kir ji ber nebûna zimanê dayikê di qada cemaweriyê de ew bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne û destnîşan kir ku dema diçe daîreyên dewletê yên wekî nexweşxaneyê ji ber ku bi Tirkî nizane neçar dimîne ku her tiştî bi keça xwe re bike û di rewşên wekî karên noterê de jî neçar dimîne ku werger bigire. Delal Gunelê bal kişand ser girîngiya axaftina hemû Kurdan bi zimanê xwe yê dayikê û destnîşan kir ku divê Kurdî di hemû qadan de bê axaftin.
PÊVAJOYA ZÊDEKIRINA KURDÎ LI ALO 153’YÊ
Keçika wê Ayten Esen ku li ser rewşa dayika xwe bi şaredariyê re axivî lê ti encam wernegirt, anî ziman ku zimanê wan ê dayikê Kurdî ye û dixwazin di her qadê de bi zimanê xwe xizmetê bibînin û wiha got: “Werin em di her cihî de bi Kurdî biaxivin ku di her pirsgirêkê de em bikaribin bi zimanê xwe xizmetê bibînin. Mînak, ez ji dayika xwe re wergêriyê dikim. Ger Kurdî bihata axaftin min ê ev nekira, wê bi xwe tiştên ku dixwest bianiya ziman. Em dixwazin di nexweşxaneyan de, di qeymeqamtiyê de û di her cihî de, cih bidin Kurdî.”
MA / Hêlîn Ozgun