Wezaretê birîna daran a li Şirnexê wek ‘nûkirinê’ îfade kir! 2022-09-29 11:26:27   ENQERE - Wezareta Çandiniyê û Daristanan ku derbarê birîna darên li Şirnexê de daneyan parve nake, îdia kir ku dar ji bo “nûkirinê” tên birîn.    Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz têkildarî birîna darên li Herêma Bestayê, çiyayên Cûdî û Gabarê ku bi awayek sîstematîk pêk tê pêşniyazpirs da Wezîrê Çandiniyê û Daristanan Vahît Kîrîşçi. Wezîr Kîrîşçi bersiva Kaçmaz da.    Derketibû holê kesên îhaleya karên birîna daran dikin rêveberên AKP, MHP’ê ne û her wiha cerdevan in.    Parlamenter Huseyîn Kaçmaz di pêşniyazpirsa xwe de dibêje ku îhaleyên birîna daran didin rêveberên AKP-MHP’ê.    Wezaret di bersiva ku dide Kaçmaz de îdia dike ku ew li herêma Besta û Cûdiyê xebatên “nûkirinê” dikin û li çiyayê Gabarê jî tu xebatek nîne. Her wiha wezaret îdia dike wan di saleka dawî de li herêmê 200 hezar şaxên daran çandine.    ‘DIXWAZIN QIRKIRINA DARAN BINIXÛMÎNIN’   Parlamenter Huseyîn Kaçmaz besiva wezaretê nirxand û destnîşan kir ku bersivdayîna wezaretê ji nêzîkatiya klasîk a îktidara AKP’ê ye û got: “Dixwazin ser qirkirina darên li herêmê binixûmînin. Çimkî dixwazin bi siyaseta derew û polîtîkaya berovajî û agahiyên derew û xelet raya giştî bixapînin. Wezaretê bersiva ku çend dar hatine birîn nedaye û daneyên rastî ji me veşartiye. Gelo ez dipirsim ka we 200 şaxên daran li ku çandiye? Îhaleya birîna daran jî hemû didin alîgir û dostên xwe.”