Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin

img
DÊRSIM - Doza ku gelê herêmê û Odeya Avahîsazan a Enqerê, li dijî projeya DER-KAP'ê ya Şaredariya Dersimê li Dadgeha Îdareyê ya Erzînganê bi daxwaza guhertina cih vekiribûn, bi hinceta ku "Ne li dijî sûdeya gelemperiyê ye" hat redkirin. 
 
Şaredariya Dersimê, ji bo berterafkirina bermahiyên hişk li gundê Sutluce yê girêdayî navenda Dersimê Projeya Berhmahiyên Hişk (DER-KAP) amade kir û xwest bike meriyetê. Gelê herêmê û Odeya Avahîsazan a Enqerê, li dijî projeyê bi daxwaza guhertina cih li Dadgeha Îdareyê ya Erzînganê doz vekiribûn. Bi hinceta ku "Ne li dijî sûdeya gelemperiyê ye" doz hat redkirin.