Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e

img
AMED - Platforma Tendûristiyê ya Amedê “Panela Pandemî û Krîzên Piralî” li dar xist. Di panelê de Prof.Dr. Mûstafa Durmuş anî ziman ku sedema krîzên piralî, pergala kapîtalîzmê ye û weke çareserî jî rêya 3’yemîn û avakirina demokrasiya radîkal nîşan da.
 
Platforma Tendûristiyê ya Amedê li avahiya Şaxa 1’emîn a Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê  (Egîtîm-Sen) ya Amedê “Komxebata Pandemî û Krîzên Piralî” li dar xist. Li eywana komxebatê pankarta “Pandemî û krîzên piralî” hatibû daliqandin. Di komxebatê de nivîskar Menderes Tutuş li ser “Di pêvajoya avabûne de dîroka şewbê”,  Prof. Dr. Mûstafa Durmuş li ser, “Li dijî krîzên piralî bernameya kedkaran a demokratîk û aboriyê” û nivîskar Fîgen Aras jî li ser “Di pandemiye de polîtikayên qirkirina jinan û ji bo derbaskirina vê yekê jî pêşniyazkirina metod û zanistiye” axivîn. Di komxebatê de gelek nûnerên saziyên civaka sivîl û sendîkayan jî amade bûn.
 
Ji ewil Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan û hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tendûristiyeyê  (SES) ya Amedê Şîyar Gultekîn li ser pandemiye û komxebata ku tê lidarxistin bi kurtasî axivîn. 
 
‘ÇARESERÎ RÊYA 3’YEMÎN E’
 
Piştî axaftinan jî panel dest pê kir. Mûstafa Durmuş li ser skypeyê beşdarî panelê bû. Durmuş, anî ziman ku pergala kapîtalîzmê ji bo ku êdî nikare xwe birêve bibe, krîzên piralî yên weke pandemiyê derdikevin û çareseriya van krîzan jî avakirina demokrasiya radîkal û rêya 3’yemîn e. Bi domdarî Durmuş diyar kir ku pergala kapîtalîzmê nikare xwe ji van krîzan xelas bike û axaftina xwe wiha domand: “Ji sala 2018’an ve ev krîz her ku diçe kûrtir dibin. Pergala kapîtalîzmê her tim li dijî gelan e û ev rewş jî rêya 3’yemîn li me ferz dike.” 
 
‘ROJAVA MÎNAK E..’ 
 
Bi domdarî Durmuş da zanîn ku rêya çareseriya vê krîzê, bernameya derbasbûna demokrasiyê û wiha qala wê bernameyê kir: “Lingekî vê bernameyê di roja me de û lingekî wê jî di pêşerojê de ye. Di heman demê de demokrasiya radîkal e û temamkirina aboriyê ye. Li dijî kapîtalîzmê ye. Armanca vê bernameyê ew e ku berhema kedê bi awayekî adilane bê parvekirin. Wekheviya zayend û welatiyan e. Di aboriya demokratîk de milk, komunal e. Ji bo ku aborî demokratîk bibe, ji ewil divê siyaset demokratîk bibe. Mînaka vê yekê li Rojava tê ceribandin.” 
 
‘BINGEHA ŞOREŞA CIVAKÎ PÊŞKETIN E’
 
Piştre jî Menderes Tutuş axivî. Tutuş, destnîşan kir ku piştî hemû krîz û pandemiyan, avakirineke nû derdikeve holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serdemên herî tarî de jî tiştekî pêkane ku dîrokeke nû bê nivîsandin. Di bingeha hemû nîjadperestiyan de dîrokek heye. Heke nexweşiyek di nava civakê de belav bû, ew dibe krîzeke dîrokî. Guneha me ya yekemîn, şoreşa neolîtîkê ye. Destpêka şewba mezin ew e. Bingeha şoreşa civakî jî pêşketîn e. Kapîtalîzm ji bo ku xwe li ser pêyan bigire şer dike. Lê kapîtalîzmê êdî çareserî jî winda kiriye.” 
 
‘PERGALA ZILAM’
 
Herî dawî jî nivîskar Fîgen Aras axivî. Aras, bal kişand ser binpêkirinên li dijî jinan û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya pandemiyê de jî jinan dît ku jiyaneke bi zilaman re nabe. Ji ber ku pergala kapîtalîzmê zilamekî li gorî xwe ava kiriye. Jin tenê nayên qetilkirin, her wiha destdirêjî lê tê kirin û keda wan tê dizîn. Li gel vê, bêvîn tên hiştin. Ji bo ku em xwe ji pergal û zilamê pergalê biparêzin, divê em xwe perwerde bikin. Ez vê yekê ji bo hemû zilaman nabêjim. Mebesta min ew zilam in ku pergalê ew ava kirine. Lê divê zilam jî xwe li dijî vê pergalê perwerde bikin. Pêşniyara min ew e ku kovara Jineolojiyê bixwînin.” 
 
Piştî axaftinan jî panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.