Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike

img
AMED - Wezareta Hawirdor û Guherîna Avhewayê qada ji 157 hektaran pêk tê ya Zanîngeha Dîcleyê ji bo cihûwarbûnê re vekir. Bi sererastkirinê re dê 10 hektarên qada daristanê bê tunekirin. Şaxa Odeya Plangerên Bajêr a Amedê li dijî sererastkirinê îtîraz kir. 
 
Ji bo qada 157 hektar a dikeve ber sînorên Taxa Yîgîtçavuş a Sûr a Amedê ku li gorî rêziknameya Têkildarî Planên Pergala Hawirdorê (ÇDP) weke “Qada Zanîngehê” tê pênasekirin bibe Qada Cihûwarbûna Bajêr (qada cih û warbûna bajêr û qada pêşveçûna bajêr) û qada ji 3.4 hektaran pêk tê jî weke Qada Sazgehên Cemaweriyê yên Pêdiviya Wan bi Qadên Mezin Heyî were sererastkirin, serî li Wezareta Hawirdor û Guherîna Avhewayê da. Serlêdana zanîngehê di 25’ê nîsanê de ji hêla wezaretê ve li gorî Xala 102’yemîn a Biryarnameya Serokkomariyê ya bi Hejmar 1 hate erêkirin. 
 
Bi vê yekê re rê li ber hat vekirin ku 10 hektarên qada daristanê bên tunekirin. 
 
SERERASTKIRIN LI DIJÎ RÊZIKNAMEYÊ YE
 
Şaxa Odeya Planvanên Bajêr (ŞPO) a Amedê ya girêdayî Yekitiya Odeya Endezyar û Mîmaran (TMMOB) serî li Midûriyeta Giştî ya Hawirdor û Guherîna Avhewayê da û îtîraz kir. Di îtîrazê de hat gotin ku sererastkirina heyî li dijî Rêziknameya Çêkirina Planên Cih û Rêziknameya Têkildarî Planên Serûberkirina Hawirdorê ye. 
 
Di daxwazanemeya îtîrazê de ji bo Xala 1’emîn a rêziknameyê de hat gotin ku darên li parsela Hejmar 1 a li Qada 7560’an ku ber sînorê Taxa Yîgîtçavuş dikeve, zêdetirî 25 sal in li wir in û ev herêma behsa xeberê devereke tampon e ku nahêle bajêr li wir pêş bikeve. Her wiha bal kişandin ser parastina nirxên xwezayî ya di xala rêziknameyê de û hat destnîşankirin ku bi vê biryara heyî re ev rêgezên rêziknameyê hatine binpêkirin. 
 
DÊ HEVSENGIYA EKOLOJIYÊ TÊK BIÇE
 
Bi domdarî odeyê qala xala 8’emîn a rêziknameyê kir û ev tişt destnîşan kir: “Di rapora daxuyaniya têkildarî planê de analîz û projeksiyona nifûsê nehatiye kirin, zanîngehê derheqê hejmara xwendekaran de agahiyek nedaye û analîzên ku divê bi planên di meriyetê de re bên nirxandin jî nehatine kirin. Di xala 19’emîn de jî sedema guhertina planê weke ‘avahiyên Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û yên fakûlteyê êdî emrê xwe temam kirine û ji bo nûkirina wan qad hewce dike’ hatiye nîşandan. Lê belê bi vê sedemê re dê qadên daristanan ji îmarê re bên vekirin û tune bibin. Lê belê hatiye tespîtkirin ku bi vê sererastkirinê re biryarên ku ne li gorî xala behsa xeberê hatine dayîn. Me tespît kir ku dê hevsengiya ekolojiyê xerab bibe, qadên xwezayî texrîb bibin û yekparetiya qadê xerab bibe.” 
 
BILA WERE BETALKIRIN
 
Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku sererastkirina heyî li dijî xalên rêziknameya behsa xeberê ne û hat xwestin ku ev guherîna planê were betalkirin. 
 
Herî dawî jî hat destnîşankirin ku qada daristanê ya li qada navborî 10 hektar in. 
 
MA / Mujdat Can